Cîhan

Îsrail bala Rusya kişand

Serokwezîrê Îsrail Benyamin Netanyahu û serokê Rusya Vladimir Putin li Rusya bajarê Soçî hatin ba hev û hevdêtinek berfireh pêkanîn. Di hevdîtina herdu welatan de babeta sereke pirsgirêka Suriye û rewşa Îranê bû.Di derbarê siyaseta Îranê de serokwezîrê Îsrail  got: Di rewşa niha de Îran bandora xwe li Iraq, Lubnan û Yemenê zêde dike.Îran rojane behsa îmha kirina Îsrail dike. Em xulekî jî vê ji bîr nakin.Wek dewleta Îsrail em li dijin ku Îran xwe li Suriye bi hêz bike. Li himber tehdîa Îranê em amadene ku ji bo parastina xwe hemû rêyekî bi kar bînin.Herweha Netenyahu da xuyakirin ku, ji bo em rî li şerekî mezin bigrin, divê Îran li Suriye bi hêz nebe.Netenyahu bi vê axavtinê bala Rusya di derbarê Îranê de kişand. Ji aliyê din de Putin di derbarê siyaseta Rusya li himber Îranê tu axavtinek zelal nekir.Lê balyozê Rusya yê Îsrail di daxuyaniyek ya xa de da kifşkirin ku, Rusya di siyaseta xwe ya li Suriye û di derbarê Îranê de jî têbiniyên Îsrail berbiçav digre.Tê zanin ku di rewşa Suriye û hêzbûna Îranê li Suriye û Libnanê dibe tehditek mezin li ser ewlehiya Îsrail. Dixweyê Îsrail vê yekê gelek bi hesasî dinirxîne û li gora vê jî tedbîrên xwe digre.

Back to top button