CîhanRojev

Îsraîl bala Îranê kişand

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennettdi destpêka civîna heftane ya hukumeta Îsrail axavtinek kir. Serokwezîr hemwelatiyên xwe hişyardike ku, ew serdana Tirkiye ya bajarê Stanbulê nekin ji ber ku metirsîya Îran li Stanbulê êrîşê hemwelatiyên îsrail bike heye.

Herweha Bennett dibêje: Eger hemwelatiyek Îsrailî bibe armanca êrîşa Îran berde berpirsiyare .

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett got: Em hewlên êrişên Îranê yên li ser Îsraîliyên li deverên cuda cuda dişopînin. Hêzên Ewlekariya Îsraîlê hewl didin, beriya ku êriş bên kirin, wan êrîşan ji nav bibin. Em niha kesên ku terorîstan dişînin dikin armanc. Pîvana me ya nû ev e, kî teroristan bişîne, dê bacê bide.

Li aliyê din, me hişyarî daye welatiyên xwe ku serdana Tirkiyeyê, taybet Stenbolê nekin. Metirsî hê jî mezin e. Ez bang li welatiyên Îsraîlê dikim, bi berpirsiyarî tevbigerin û li ewlekariya xwe bigirin.

Back to top button