Cîhan

Îslamiyên Kurdistanê Hewlêr kir qada Tehrîra Misirê

Duhî roja 17.08.2013ê li bajarê Hewlêrê bi destpêşxeriya (însiyatîv) Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê, ji bona piştgiriya Îxwan Miuslimîn li Misirî, xwepêşandanek saz kir.

Di xwepêşandanên de, Elî Bapîr serokê Komela Îslamî, Mihemed Frec serokê Yekgirtuya Îslamî, berpirs û cemawerê her du parityên îslamî beşdarî kirin û çend gotarek hatin xwandin ku, tê de piştevaniya xwe bo Îxwan Muslimîn li Misirê nîşan da û hikûmeta Misirê şermezar kir.
Beşdarên xwepêşandnaê wêneyên Mihemed Mirsî serokê berê yê Misirê û rêberê Îxwan Mislîmînan bilind kiribû.

Vê helwesta Îslamiyên Kurdistanê minaqeşeyek mezin di nav kurdan de çêkir ka gelo çima heta nuha îslamiyên Kurdistanê ji bona rojava, bakûr û rojhilatê Kurdistanê tu çalakî nekirine. bi taybet ji bona Rojavayê Kurdistanê ku, ji aliyê îslamiyên radîkal ve tên qirkirin.

 

Back to top button