CîhanRojev

Îsal ihtimala hilbijartinên pêşwext gelke

Serokê Partiya paşerojê Ahmet Davutoglu di bernameyek televizyonî de rexneyên tund li hukumetê kirin û Davutoglu da xûyakirin ku dê hilbijartinê pêşwext çêbin.

Davutoglu di daxûyaniya xwe de got: Sala borî gotin emê vaksina xwe biafirînî lê nekirin,Vaksina Sinovac ve man girêdayî û hinek jî Biontech anîn lê kême û têrê nake.

Davutoglu dibêje ku, desthilatê tu sozek dayîn pêkneanîn. Wezîrê tenduristiyê digot heta dawiya meha Nîsanê dê herkes vaksina li xwe bide ,lê heta niha ji % 12 hatine vaksin kirin. Vaksinê têne ewilê li endamê rêveberiya AKPê didin guh nadin tu tedbîra ku ew bi xwe datînin.

Davutoglu da xûyakirin ku, di salekî de 163 hûnêrmenda xwe intixar kirine û jiyana xwe bi destê xwe dawî anîne.

Davutoglu berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Rewşa darayî gelek xirabe û roj bi roj xirabtir dibe, di rewşek halê de daxwaziya hilbijartinên pêşwext normal e. Ihtimala ku îsal hilbijartinên pêşwext çêbibin geleke, eger nebê dê sala 2022ê de hilbijartin pêkwerin.

Back to top button