Civak

Îro Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî ye.

   21ê Sibatê  ji bo Kurdên ku bi Kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê KurdîÎro Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî ye. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de biryarek girt ku 21ê sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî. Ev hejdeh sal in ku ev roj tê pîrozkirin.Di cîhanê de tu ziman di mistewaya zimanê Kurdî de tuşî zilm û neheqîyê nehatî ye.Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, zimanê Kurdî(Kurmancî û Zazakî) eve 95 sale di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Tirkîyeyê de qedexe ye. Heta demeke nêz jî zimanê Kurdî tune hatibû hesibandin. Hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.Bi siyaset û qedexeyên Dewleta Tirkiyeyê ya bi dehan salane hatiye meşandin, gelek Kurdên bakurî nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev trajedî  û travmayeke kûr e.Divê hemû Kurdên welatperwer di vê derbarê de, bernameyên taybet pêk bînin. Divê zimanê Kurdî di jiyana rojane de bibe zimanê me yê esasî.Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.Qedexe kirina ziman û kultura miletekî, li gorî peymanên navnetewî jî  li dijî mafê mirovan e û di eslê xwe de li dijî mirovahîyê ye. Bi vê minasebetê careke din em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku hemû astengî û qedexeyên yasayî û fiîlî yên li ber zimanê Kurdî ji holê rakin. Zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bila weke  fermî bê qebûl kirin.Em bangî UNESCOyê jî dikin, divê UNESCO li  gorî biryara xwe û li gorî naveroka vê rojê tevbigere û gavên pêwîst bavêje da ku Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê Kurdî  qebûl bike.Di roja 21 ê Sibatê de û her roj her Kurd divê bi zimanê dayika xwe biaxivin.Ziman heykelê esasî  yê miletekî ye; zimanê me hebûna me ye.21ê Sibatê  ji bo Kurdên ku bi Kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.Roja zimanê zikmakî pîroz be.21.02.2018Buroya Çapemenî u Ragehandinê ya PAKê 

Back to top button