Cîhan

Iraqî Amerikayê wek dijminekî dibînin

Şîeyên Iraqê naxwazin ku Amerika li Iraqê bimîne û cih bibe. Beşek mezin ji wan Amerikayê wek hêzêk dijmin dibînin.
Parlementerê Iraqê Ehmed Kenanî da xûyakirin ku ew bi siyaseta Amerikayê ne bawerin, Amerikayê wek dijminekî dibînin.
Parlementerê Iraqî dibêje ku, dema hêzên Amerikî ji Suriye vekişin dê li Iraqê cih bibin, lê gelê Iraqê li himber vê yekê ye û destûrê nade. Ehmed Kenanî parlementerê gruba Sadikûn e.
Gruba Sadikun di nava parlementoya Iraqê de bi tundî li dijê Amerikayê disekine û serokê vê grubê Keys Xezalî di nav Heşda Şeibî de berpirsê hêza Ehlûl Heqe. Xezalî ji berî niha gelek bitundî behsa serokê Amerikayê Trump kirîbû.

Back to top button