Cîhan

Iraqê doza li dijî Tirkiyê qezenc kir

 

Hikûmeta navendî ya Iraqê, di doza tehkîmê ya ku ji teref Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve di derbarê hinardekirina nefta xam a ji bo Tirkiyê ve hatibû vekirin de, bi ser ket.

Rayedarekî niftê yê Iraqê ji ajansa Reutersê re axivî û diyar kir ku piştî Iraq di dosyeya tehkîmkirina Tirkiyê ya demdirêj de bi ser ket, hinardekirina nefta xav ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û bakurê Kerkûkê rawestand. 

Rayedarê Iraqê ji ajansa fermî ya Iraqê re jî ragihand, Tirkiyê ji Iraqê re ragihandiye ku wê pabendî biryara Dadgeha Navdewletî ya Tehkîmkirinê be. Rayedarên Wezareta Petrolê yên Iraqê diyar kirin ku “Biryara dawî ya Dadgeha Navdewletî ya Tehkîmkirinê roja Pêncşemê bi fermî ji Iraqê re hat ragihandin û biryar li berjewendiya Iraqê bû”.  Rayedaran bal kişand ser hinartina rojane 450 hezar bermîlên nefta xav ji kêlgehên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê û gotin ku şandin roja Şemiyê hat rawestandin. Rayedaran herweha got, “Şandek ji Wezareta Petrolê wê di demek nêz de bi rayedarên enerjî yên Tirkiyê re bicive û li ser mekanîzmayek nû ya ji bo petrolê li hev bikin“.

Li gor vê biryarê, êdî wê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikaribe bêyî destûra Iraqê  petrolê bifroşe.

DOZ 9 SAL BERÊ HATIBÛ VEKIRIN 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor qanûna gaz û neftê ya sala 2007an bi şirketên navnetewî yên ku ji Bexdayê serbixwe hatine çêkirin, bi milyar dolaran peyman îmze kir. Lê belê, di Sibata 2022an de, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku ev qanûn ne destûrî ye. Vê biryarê rasterast bandor li peymanên krîtîk yên enerjîyê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Tirkiyê re îmze kiribû. Xeta borîya ku bi taybet ji bo Tirkiyê hatibû çêkirin ku nefta xav a Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê hinarde bike, di sala 2014an de ketibû meriyetê. Li ser vê yekê, Bexdayê dozek hakemê li dijî Tirkiyê vekir, bi hêceta ku Tirkiyê peymana derbasbûna boriyê ya sala 1973an binpê kiriye û rê daye hinartina petrola xav a ji Herêma Kurdistanê. ya Iraqê bêyî destûra Bexdayê.

 

Back to top button