Polîtîk

Iraq: Daxwaz ji tirkiye dikîn êrîşên xwe rawestîne

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê li daxuyaniyek da daxwaz ji tirkiye dike êrîşên xwe rawestîne û daxwaz ji civaka navdewletî jî dike hengavên pêwîst li vî derbarî de bavêjin.

Ehmed Mela Telal Peyvdarê Hikûmeta Iraqê li daxuyaniyek de ragihand, “Hêzên tirkiye êrîşên xwe yên li ser axa Iraqê çendbare dikin û em vê karên wan red dikîn û baweriya me wiha ye ziyanê digihîne peywendiyên di navbera her dû aliyan”.

Her wiha dibêje: Hikûmeta Iraqê daxwaz dike, zûtirîn demê de êrîşên xwe rawestîne ku ziyanê asayîşa herêmî digihînin û heman demî de destdirêjîne li ser serwerî û giyanê Iraqiyan”.

Back to top button