Cîhan

Îranê rê neda balefira Angela Merkel di ser asîmanê wê re bifire

Li gor çavkaniyên çapemeniyê, duhî roja 31.05.2011ê Îranê rê neda balefira  Angela Merkel serokwezîra Almaniyayê di ser asîmanê Îranrî re derbasî Hidistanê bibe.
Balefira ku Angela Merkel serokwezîra Almaniyayê tê de bû, piştî miwafiqeta berprisên hikûmeta Îranê bidestxistî,  duhî sipêdê ji Berlînê ber bi Hidistanê ve firî. Lê berprisên Îranî rê neda ku bakefira Angela Merkel di ser asîmanê Îranê re derbas bibe û bo dema du saetan balefira Angela Merkel li ser asîmanê Tirkiyeyê texîr bû.

Piştî hikûmeta Tirkiyeyê tedexol kirî, Îran razî bû ku belefira Angela Merkel di ser asîmanê wê re ber bi Hindistanê bifire.
Li gor hin çavkaniyan vê teserifa ”neberbirsaneya” Îranê hikûmeta almanî gelek aciz kiriye û wezîrê derve yê Almaniyayê bangî sefîrê Îranê yê li Almaniyayê kir û nameke protestoyê teslîmî wî kir. wezîrê almanî got: ” Ev teserifa Îranê nayê qebûl kirin.”

Li dor vê pirsê Elî Reza Nurî serokê senterê lêkolînên îranî li Londonê got ku dibe ev teserifa Îranê teserifeke siyasî be ”Jiber ku Îran dizane ku serdananên bi vî awayî ne di berjewendiya wê de ne û bi vê teserifa xwe xwast sîgnalekê bide Almaniya û dewletên ewropî jî.
Di vê Îran bi awayekî fermî daxaza lêborînê ji Almaniyayê bike daku ev karê Îranê kirî tesîrê li têkeliyên wê tên Almaniayre neke.

 

Back to top button