PolîtîkRojev

Îran:Divê Îraq hêzên li dijî Îranê ji Kurdistana Îraqê derxîne!

Pasdar “Elî Şemxanî” ku Serokê Şêwraya Bilind a Ewlehiya Netewiya Îranê ye, li hevdîtinekê digel Wezîrê Derve yê Îraqê, Dr. “Fuad Hisên”, daxwaz kiriye ku dewleta Îraqê hêzên dijberê Komara Îslamî ya Îranê ji Başûrê Kurdistanê derxîne.

Serokê Şêwraya Bilind a Ewlehiya Netewiya Îranê, Pasdarê “Elî Şenxanî”, di hevdîtina digel Wezîrê Derve yê Îraqê Dr. “Fuad Hisên”, daxwaz kiriye ku: “Dewleta Îraqê girûpên li dijî Komara Îslamiya Îranê ji Kurdistana Îraqê derxîne”.

Herwisa wî pasdarê terorîst daxwaz ji dewleta Îraqê kiriye ku li ser derxistina wan hêzan li Başûrê Kurdistanê micidtir be.

Wî terorîstê rejîmê gef xwariye ku hekî dewleta Îraqê li ser derxistina wan hêzan micid nebe, em dê pêşxeriyê bikin ku bikarin rê ji wan hêzan bigrin. Wî pasdarê terorîst hêzên Rojhilatê Kurdistanê di Başûrê Kurdistanê de bi terorîst binav kiriye.

Rejîma Îranê bi berdewamî hewla terorkirin û revandina kesên azadixawz ên Rojhilatê Kurdistanê di Başûrê Kurdistanê de daye, lê di wî halî de wan hêzan bi terorîst binav dike ku xwe li civaka navnetewî de bi rejîmeke terorîst û terorîstperwer û bingeha alozî û finteyan hatiye nasîn.

Back to top button