CivakRojev

Îran ji Iraqê re: Emê dîsa dest bi êrîşan bikin

 

Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran a Îranê Pakpûr got: “Lihevkirinek bi hikûmeta Iraqê re hat kirin û wan soz dabû ku komên terorîst ji welatê xwe îmha bikin, bêçek bikin û ji welatê xwe derxin”. Fermandarê Hêza Bejayî ya Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê Tûggeneral Muhammed Pakpûr got, eger hikûmeta Bexdayê li dijî komên “cudaxwaz” yên li Bakurê Iraqê (PDKÎ û KOMELE) gavekê neavêje, ewê êrîşên xwe yên li ser herêmê ji nû ve bidin destpêkirin. 

Mihemed Pakpûr, ji Ajansa Nûçeyan a Nîvfermî ya Îranê Tesnîmê re axivî û got: “Bi hikûmeta Iraqê re lihevkirinek hat kirin û soz dan ku komên terorîst berteref bikin, bêçek bikin û ji welatê xwe derxin. Em li bendê ne ku hikûmeta Iraqê erkên xwe bi cîh bîne. Me derfet da wan, eger tiştek neqewime êrîşên Şoreşgeran wê berdewam bin”.

Îranê di navbera Îlon-Mijdara 2022an de gelek caran bi mûşek û balafirên bêmirov yên kamikaze êrîş biribû ser navenda giştî ya PDKÎ ya li bajarê Hewlêrê û navendek rêxistina Komele ya li Silêmaniyê.

 

Back to top button