Dosya

Îran dixwaze Mezlûm Kobanê rake Aldar Xelîl bîne

Rojnameyek: Li Rojava kudeta tê kirin û Mezlûm Kobanê dûr dixin

Rojnameyeke Erebî li raporek da behsa nakokiyên di navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike û dûpat li wê yekê dike ku ji ber hewlên Mezlûm Kobanê Fermandeyê Hêzên HSD li bin sêwana Qendîlê, Cemîl Bayik û beşek ji serkirdeyên PKK hewl didin wî ji posta Fermandeya Hêzên HSD dûr bixin.

Rojnameya “El Erebî ElCedîd” nivîsiye, niha ji aliyê alîgirên PKK ve li torên civakî de helmetek dijî Mezlûm Kobanê destpêkiriye û hewla bi navkirina wî ya bi xiyanetkarê li rêbazê PKK didin, ji ber ku ew li ser dûrxistina destê Qendîlê li Rojavayê Kurdistanê de bi biryare.

Bawerbûn bi hizr û nêrîna Abdula Ocelan û bi cîhkirina rastiya bandora navçeyê û pêgirîbûna bi Qendîlê du tiştên ji hev cûdane, ji bo wê yekê Mezlûm Kobanê dixwaze ewê duyem bi tevahî nehêle. Hoşeng Osê nivîskarê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li vî derbarî de nivîsiye, Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo dûrxistina Mezlûm Kobanê ji posta Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokrat hewleke bi hêz destpêkiriye, ji ber ku wiha hest dikin ku ew niha bûye keseke gelek bihêz û zilamê Amerîka li navçeyê û dikarê bi rûyê daxwazên Qendîlê ve jî rawestê.

Mezlûm Kobanê saleke dixwaze li bin sêwana Qendîlê derkeve

Hoşeng Osê nivîsiye: Cemîl Bayik li pişta vê helmetê ye ku li dijî Bayik destpêkiriye û dixwaze wêneyê Mezlûm Kobanê li ber çavê xelkê navçeyê û civaka navdewletî bi yarmetiya rejîma Şamê bi tevahî xerab bike, bo ku êdî Amerîka û welatên din guftûgoyê li gel da nekin û bi girîngiyê ve behsa wî nekin û Rojavayê Kurdistanê jî dûbare bi tevahî bikeve ser rêya siyasetên Qendîlê û bi tu awayekê ji nêrîna wan de dernekeve.

Li gor Osê zanyariyên kuştina kesayetiyên eşîrên Erebî yên li navçeya Cezîre ji aliyê rejîma Esed û zilamên wî ve tê bi cîhkirin û dixwazin kêşe û nakokî û her wiha şer li navbera Kurd û Erebên li navçeyê çêbikin, bi vî awayî guvaşan û ew helmetên Qendîlê jî çêkiriye, tê çaverê kirin di demeke nêzîk de li Rojavayê Kurdistanê bibê qada germ ya gengeşeyên ji bo yek alîkirinê ku bi awayeke tevahî li ser bereya Rojava û Amerîka, yan yek alîbûna ji bo berjewendiya Îran û Esed destpêbike.

Li gor zanyariyan Aldar Xelîl yek ji serkirdeyên PYD berpirsiyariyê helmeta rûbirûbûna Mezlûm Kobanê ye û ew hatiye spartin û serpereştiya wê karê dike û bi zelalî Qendîl dixwaze darbe û kudetayek li ser Mezlûm Kobanê û hewlên ji bo rakêşana kompanyayên Amerîka yên navçeyê û avadankirina wê û bihêzkirina Rojavayê Kurdistanê berbelav bike. Eve ji bilî wê yekê ku ev hengav careke din peywendiyên di navbera ENKS û TEVDEM vedigerîne ser xala destpêkê û danustandinên di navbera her dû aliyan ji bo aştbûnê û vegerana Rojavayê Kurdistanê û dirustkirina navçeyeke aram û bê alî û birêvebirina bi awayeke demokrasiyane dibê xewn û tenê li ser kaxiz hebûna wî dibê û Qendîl hana berpirsên TEVDEM dide dawiyê bi danustandinan bînin ku ji aliyê Amerîka û Fransa ve dihate serpereştî û piştevanî kirin.

Çend çavkaniyek ji rojnameyê ragihandine ku Mezlûm Ebdî eve saleke dest bi hewlên derketina li bin sêwana Partiya Karkerên Kurdistanê û hejmûna Qendîl û Îranê kiriye û dixwaze rêyeke siyasî ya cûda li ber bigr. Nêrîn û hizra Ocelan ji bo birêvebirina civaka li navçeyê peyrew bike. Lê belê bi tu awayekê ew bawerî li rûyê siyasî ve zeq nakê û bi vê jî dikarê bi tevahî grûpên etnîkiyên navçeyê ji alozî û rûbirûbûna hevdû dûr bixe û Rojavayê Kurdistanê jî ji destê êrîşên welatan biparêze û dest bi avadankirina navçeyê bike. Lê belê her li destpêkê ve hişyarî pê hatiye dayîn ku egera wê zêdeyê ew hewl û hizra wî bibê sedema wê yekê ku bi tundî rûbirûyê wî bibin ku ew jî her berdewame û heta niha xwe neçemandiye.

Esed û Qendîl planê dikin heta ku wî ji Posta Fermandeyê HSD dûr bixin

Pêwendiyên PKK û rejîma Be’esa Sûriye ji dawiya salên heştih ya sedsala derbasbûyî ji aliyê rejîma Hafiz Esed û PKK pêwendiyeke tund û bihêz dirust kiriye. Çendîn serbazgeh ji bo çekdarên PKK li Sûriye hatine vekirin û Abdula Ocelan bi xwe jî li Şamê jiyana xwe bi ser dibir, lê belê ji ber êrîşên tirkiye li ser Sûriye li 1998 Hafiz Esed hate neçarkirin, peymana Edene wajo bike û Ocelanî jî ji welatê xwe derxe derve. Li 2011 jî dema alozî li Sûriye dirustbûn, Esed û rejîma Şamê rê dan Partiya Karkerên Kurdistanê li navçeyên Bakûr û Bakûrê Rojhilatê Sûriye kontrol bikin û rê nedin ku rikeberên Esed li ser navçeyê de bigrin. Piştî wê jî peywendiyên PYD û Esed berdewam bû û dehan civîn û hevdîtin li navbera her du aliyan de hatiye sazkirin û hîç demek jî ew peywendiya wan nehatiye înkarkirin.

Baz Ehmed

Back to top button