Cîhan

Îndonesya têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfireh dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê  Kurdistanê, roja  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Bambang Entarkso balyozê Endonesyayê li Îraqê û şandeya pê re kir.Balyozê Îndonesyayê kêfxweşiya xwe li hember serdanan bo herêma Kurdistanê û pêşkeftinên herêma Kurdistanê yên di hemû waran de di dest ve ahtine, diyar kir. Piştevaniya hikûmet û welatê xwe jibo xurtkirina têkeliyên bi herêma Kurdistanê di ware aborî, civakî, zanistî, kulturî û siyasî nîşan de û got ku ew dê didemek nêzîk de nûneratiya welatê xwe li herêma Kurdistanê vekin.Wî got ku, herêma Kurdistanê herêmeke aram e û gelek karkerên Îndinesyayî bi amanca karkirinê hatine herêma Kurdistanê û di rewşeke baş de jiyana xwe derbas dikin.Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdanan şandeya Îndonesiyayê kir û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkelî digel welatên cîhanê hebe û Înodesiya jî yek ji wan welatan e ku dikare di warê çandiniyê de hevkariya baş bi herêna Kurdistanê re bike. Barzanî tekîd kir ku jibo hatina karker, sermayedar û komaniyên Înodesyayê deriyên Kurdistanê vekirîne û xebatên balyozê Îndonesyayê ji bona avakirina têkeliyên xurt û saxlem bi sektora taybet a herêma Kurdistanê re bilind nirxandin.Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa; kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, hokarên serhildanan wê kirîzê û xebatên hikûmetê yên di ware çareserî û çaksaziyan de kir û got ku hikûmet li ser bicîkirina pilana çaksaziyê bi cidî ye, lê vê yekê pêwîstî bi dem heye û geşbîniya xwe jî li hember paşeroja êkonomiya herêma Kurdistanê diyar kir. 

Back to top button