Nivîsar

Împerya Osmaniyê nû !!!

ÎMPERYA OSMANİYÊ NÛ!!!Di konsepta Osmaniyên nû de, go ji teref padîşahê Tirkiyê Erdogan û peyayê wî Yildirim ve tê meşandin, ev e : Li seranserê Cîhanê ava kirina imparatoriya Tirk-îslamîst e. Û jibo vî emelê xweyî kirêj û barbar, halî hazir polîtîka xwe ya împeryal îhaleyî îslamîstên radîqal û îslamîstên terorîst kiriye.Rastiyek din jî ev e ku; AKP bawere ku wê bi ji ortê rakirina PKK û HDPê pirsa Kurd çareser bike. Ji ber vê ye ku AKPê temamê dezgehên Tirkiyê xistiya heraketê da ku di vê rewşa awerte de bi serpereştiya AKPê tine kirina Kurd û ’mixalifên’ xwe bi şiklekî metodîk ji ortê rake. Ev hesabek xeter e. Divê neyê jibîr kirin ku AKP di vê helwesta xwe de biserkeve, wê pirsa Kurd û Kurdistanê ji holê rane be, lê wê ev serketin di tasa zêrîn de xelîfetiyê pêşkêşî Erdogan bike.Ji xwe AKP û bi taybet Jî Erdogan û dewleta Tirk ji ber vê sedemê dixwaze destkeftinên Kurda yên li seran serê Cîhanê ji holê rakin. Dixwazin li ser navê biratiya îslamê destkeftên Kurda ji holê rake da ku Kurd ji rojevê derkevin, di rojevê de nemînin û têk biçin. Ji ber vê xala giring jî, têkçûna destkeftan têkçûna Kurda ye, emê tev pê bêşin û pê bişewitin.Îro li Tirkiyê û seranserê Cîhanê pir giringe go Kurd karibin bi hestên netewî li ber xwe bidin û xwe di rojeva Cîhanê de bihêlin. Di vê dema ku Kurd li beramberî man û nemanê  de ne, di rojevê de man bi serê xwe gavek mezin e. Yek ji sedema ku divê em pişygiriya partiyên Kurdistanî bikin jî ev e. Heger îro Kurd di rojeva Cîhanê de mabin, sedema herî mezin bidestkeftinên Başûrû Rojevayê Kurdistan û şerê li Rojeva û Başûrê Kurdistanê ku dijî terorîstên ji seran serên Cîhanê hatî ye.Nûrî Çelîk                                  

Back to top button