Cîhan

Îmarat konsolxaneyê li Hewlêrê vedike

Îro li bajarê Hewlêrê berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna Hişiyar Zêbarî erzîrê derve yê Îraqê, digel şêx Ebdula bin Zayîd al Nihyan wezîrê derve yê Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) û şandeya pê re civiya.

Di destpêka civînê de ku, wezîrê xandina bala û lêkolînên zanistî, wezîrê bazirganî û pîşesaziyê û berprisê fermangeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amadebûn, şêx Ebdula bin Zayîd al Nihyan wezîrê derve yê Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî got: Ji bo min şerefeek mezine ku ez îro ez hatim dîdara birayê xwe yê xweştivî dr. Berhem Salih ku peywendiyeke dostanye mokim di navbera me de heye. Dema ez hatim Bexdayê, min got nabe ez bêy serdana Hewlêrê vegerim Îmaratê. Min bi fermî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê vexwand ku serdana Îmarat bike.
Wezîrê derve yê Îmaratê behsa rewşa aram û bi îstîqrara herêma Kurdistanê ku, ew bûye sedemê pêşkeftina siyasî û pêşxistina abûrî, bazirganî û hatina sermayedarên biyanî bi Kurdistanê, kir.
Ebdula bin Zayîd al Nihyan wezîrê derve yê Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî gor ku welatê wî biryar daye di çend heftiyekên din de konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê biryara hikûmeta Îmaratê ya vekirina konsolxaneyê li Hewlêrê bi pêngaveke giring wesif kir.

Wezîrê derve yê Îmaratê got ku welatî wî di warê xandin û xandina bala de amadeye alîkariya xwendekarên herêma Kurdistanê bike û ji bo vê yekê sefaretxaneya Îmaratê y ali Bexdayê raspard daku karhêsaniyê bo xwendekarên kurd bike li zanîngehên Îmaratê bên wergirtin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku hatina şirket û kompaniyên îmaratî bo herêma Kurdistanê cîyê kêfxweşiyê ye û got ku sermayerazandin bi tenê ji bo bazarê Kurdistanê nîne, lê ji bo hemû bazarê berfirehê Îraqê ye.

Her du aliyan tekîd li ser xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên di warê siyasî, abûrî, bazirganî û kulturî kir û ji bona karhêsaniya çûyîn û hatina hevwelatî û bazirganan her du aliyan tekîd li ser vekirina seferên esamniyên navbera Kurdistan û Îmaratê kir.

Piştî civînê şêx Ebdula bin Zayîd al Nihyan wezîrê derve yê Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî û Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di preskonferensekê de behsa naverok civîna xwe kir.

Back to top button