Hunermendên kurd bala NY kişand
Hunermendên kurd li Hewlêr li ber avahiya NY xwepêşandanek kirin û dengê hunermendên kurd di derbarê Şingal û Kobanê de gihandin NY.
Hunêrmendê navdar Şivan Perwer li ser navê hunermendan axavtinek kir.
Perwer got: Pêdiviya hemû gelan bi aştî û azadiyê heye. Dewlemendiya li ser erdê û bin erdê ya li Rojhilata Navîn, têrî hemû kesan dike. Divê hemû kes ji vî şerî re bibêjin bes û li hemberî şer derkevin. Bi taybetî gelê Kurd her tim di nav şer û pevçûnan de ye. Lê rêxistina DAİŞ’ê niha ji bo hemû dewletên dinyayê hêzeke metirsîdar e. Gelê Kurd di eniyên şer de li hemberî DAİŞ’ê şer dike û divê ji ber vêna hemû kes alîkariyê bidin gelê Kurd.
Hunermendên kurd nameyek jî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kir. Di naeyê de daxwazên xwe ji bo NY dan kifşkirin.