Kultur

Hûnermendên Behdînan hatin xelatkirin

Bi mebesta pîrozbahiya salvegera tîpa Hunerî û Rewşenbîriya Sersingê, bi amadebûna rêvebiriya giştî ya rewşenbî û Huneriya Duhokê, 17 hunermendên navdar yên devera Behdînan û damezrînerên Tîpa Huneriya Sersinkê dê di ahengekê rêzlêgirtinê de bêne xelat kirin.
 

Dilşan Musa berpirsê navenda Sersingê ya Hunerî û Rewşenbîrî li devera Amêdê bo ajansa Peyamnêr ragihand: Me weha hêjayî dît ku di salvegera damezrandina tîpa Huneriya Sersingê di ahangekî de pêkbînin û tê de, 17 hunermendên naskirî û damezrînerên vê Tîpa çalak ya Sersingê, weke kesayetên mina Nisret Mihemed Hesen, Erdewan Zaxoy, Şakir Mihemed Emîn, Şeban Silêman û hijmareke hunermendên din di vê ahengê de xelat bikin.

Dilşas Musa berdewambûna axavtina xwe de got: Ev ahang bi amadebûna rêvebirê giştiyê rewşenbîrî û Huneriya Parêzgeha Duhokê, û Îmad Mihemed endamê parlementa Kurdistanê rêvebirê devera Sersingê û hijmareka zora hunermendên devera Behdînan li Sersingê ya gozarî tê sazkirin, herweha çendîn hunermendên deverê bi sitranên xwe aheng geş û bi coş dikin.

Nûçe:Ebdula Elî

Back to top button