Kultur

Hunermendê Kurd beşdarî Pêşengeha Yunanîstanê kir

Hunermend û Şêwekarê Kurd Serhad Bapîr beşdarî pêşangeha pîrozkirina 80 saliya salvegera Civata Xebatên Makedonî ya li pêşangeha bi navê “Thessaloniki li ba Nigarvanan” kir.

Serhad Bapîr daye zanîn ku Pêşangeh 130 berhemên 80 hunermendên Yunanî û biyanî pêşkêş kirin ku di serdema ji nîvê sedsala 19 yan heta roja me hatibûn afirandin. Berhemên pêşengehê ji civanbenda Galeriya Civata Xebatên Makedonî, Banqeya Netewî, Galeriya Bajarvaniya Thessaloniki, Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Thessaloniki, galeriyên Thessaloniki, civanbendên ferdî û ji hunermendan bi xwe li seranserê Yunanistanê hatine berhevkirin.

Bapîr da zanîn ku vekirina pêşengehê di 02/10/2019 da li avahiya Galeriya Civata Xebatên Makedoni da li bajarê Thessaloniki pêkhat. Pêşengeh ku di destpêkê da heta 02/02/2020 hatibû plankirin, ji ber eleqeya mezin ya hunerdostan wê heta 01/03/2020 berdewam be.

Her wiha Şêwekarê Kurd Serhad Bapîr da zanîn ku ew bi van 4 berhemên xwe beşdariyê li vê pêşangehê de kiriye.

Serhad Bapîr di sala 1964’an de li bajarê Tetwanê ji dayik bûye.

Ji xwendina dibistana navîn, Serhad beşdarê xebata siyasî ya Kurdên Bakûr bû û ji ber wê di sala 1983’yan de, ji aliyê zext û zordariyên hikûmeta tirkiyê koçî Yunanîstanê kir.

Di sala 1984’an de, wekî penaxwazekî siyasî, derbasî Yunanîstanê bû.

Ji sala 1987’an heta 1992’yan beşa Wêne û Hunerên Pratîk a Akademiya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Arîstotelîs ya li Thessalonîkî xwend.

Di navbera salên 2001 û 2007’an de, dı Beşa Grafikê ya heman zanîngehê de, li atoliya Prof. Ksenefon Sahînîs de xwend.

Ji sala 1995’an heta 1997’an li Navenda Çandî ya Stavrupolîs a Thessalonîkî wek mamostê resim xebitî.

Ji sala 1997’an û vir va di dibistana navîn de kar dike.

Ji sala 1993’an vir va endamê Komela Hunermendên Nîgarkarî ya Bakûrê Yunanistanê (K.H.N.B.Y.). ji sala 1994’an pê va jî endamê Yekîtiya Hunerên Nîgarî ya Yunanistanê (Y.H.N.Y.) ye û jı sala 2005’an pêva endamê Yekîtiya Grafîkçêkerên Yûnanî (Y.G.Y.) e.

Ji sala 1985’an vir va li bajarê Thessalonîkî dijî.

Balkêş e ?
Close
Back to top button