Civak

Hukumetê roja ala Kurdistanê pîroz kir

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di merasimekê de, roja 17.12.2018ê, roja alayê Kurdistanê pîroz kir.

Di marasimê de ku hijmareke wezîr, berpirs, karmend û fermanberên saziyên hikûmetê amade bûn, piştî pêşkeşkirina siruda niştimanî Ey Reqîb, alaya Kurdistanê ji aliyê pêşmerge Rênas Ferzende Nezet ku di şerê dijî terorîstên DAÎŞê de birîndar bibû, digel Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û wezîrê pêşmerge bi wekalet, hat bilind kirirn.

Kerîm Şingalî li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistnê peyvek pêşkeş kir û roja alayê Kurdistanê li hemûyan pîroz kir û got ku hikûmet hertim giringiyê bi bibîranîna rojên serweriyê û rojên zehmet û dijwar yên gelê Kurdistnê dide û vê yekê jî wisa kir ku di sala 2009ê de parlamentoya Kurdistanê biryar bide û vê rojê weke roja alaya Kurdistanê na nas bike ku di rojeke weke vê rojê de alaya Kurdistanê li bajarê Mihabadê paytexata Komara Kurdistanê hatibû bilind kirin.

Şingalê di peyva xwe de behsa rewşê kir û got ku Herêma Kurdistanê di çar salên gelek dijwar derbas kirin û ji gelek astebgî û kirîzan derbs bû, bi berxwedana pêşmergeyê mêrxas yên mîna Rênas Ferzende, hêzên Asayîş û navxwe û karmendên hikûmetê herêma Kurdistanê hat parastin û gelê Kurdistanê selmand ku li hember hemnû kirîz û aloziyan yek deng û yek helwest e û paşerojeke geş li pêşiya gelê Herêma Kurdistanê ye.

Weke tê zanîn sala 2009ê parlamnetoya Kurdistanê biryar da ku roja 17 çileya pêşîn bibe roja alaya Kurdistanê, sala 1999ê parlamentoya Kurdistanê ew alaya niha heye bi fermî weke alaya Kurdstanê nas kir.

Back to top button