Kultur

Hukumet cejna Cemayê li êzidiyan pîroz dike

 

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna Cemayê ya êzidiyan pîroz dike û ev li jêr teksta peyamê:Em Cejna Cemayê li xûşk û birayên xwe yên êzidî yên li Kurdistanê, li derveyî welêt û yên li hemû cîhanê pîroz dikin. Em hêvîdar in ev cejn bi xweşî û aramî derbas bibe.Ev cejin di demekê de tê ku hêşta bi dehan hezaran ji xûşk û birayên me yên êzidî di kampên koçberiyê de dijîn û li benda wê rojê ne ku ji bo ser mal û milkê xwe vegerin, herwesa, hêşta bi hezaran jî windane û çarenivîsê wan nediyar e.Bi vê minasibetê, em hemû qurbaniyên êzidiyan bibîrtînin û em hêvîdar in ku heta cejin û minasibetên bên hemû bi azadî û serferazî ji bo ser mal û warên xwe vegeriya bin û deverên wan hatibine avadankirin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemnû îmkanên xwe dê li ser alîkarîkirina êzidiyan û vegerandina wan ji bo ser war û cîyên wan berdewam be.Careke din cejna Cemayê li tevan pîroz be. Civata Wezîrên Herêma Kurdistanî05.10.2018 

Back to top button