Cîhan

Hukumeta nû ya Iraqê hate destnîşankirin

Hukumeta Iraqê ya nû hat avakirin û serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî listeya wezereta radestî parlementoyê kir. Parlementoya Iraqê yek bi yek baweriyê dide wezîran. Di Lîsteya wezîran de 3 wezîrên kurd hene û ew jî endamê PDKê ne.

3 wezîrên Kurd hene. Bo Wezareta Darayî Dr. Fuad Husên, bo Wezareta Avedanî û Nîştecikirinê Bengîn Rêkanî û bo Wezareta Bajarvaniyê jî Newzad Hadî di wê lîsteya pêşkeşkirî de cih digirin.

Ji wan wezîrê Darayî Fuad Huseyn, wezîrê Avedanî û Nîştecikirinê Bengîn Rêkanî û Wezîrê Bajarvaniyê Newzad Hadî ye.

 

Lîsteya kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ev e:

Wezîrê Derve: Mihemmed Elî Hekîm

Wezîrê Navxweyî: Falih Feyaz

Wezîrê Berevaniyê: Haşim Deracî

Wezîrê Darayî: Fuad Husên

Wezîrê Avedanî û Nîştecikirinê: Bengîn Rêkanî

Wezîrê Bajarvaniyê: Newzad Hadî

Wezîrê Neftê: Samir Xezman

Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî: Basim Rûbeî

Wezîrê Ciwanan û Werzîşê: Ehmed Ubeydî

Wezîra Dadê: Esma Sadiq

Wezîrê Gihandinê: Dr. Neîm Rûbeî

Wezîrê Rewşenbîriyê: Hesen Rûbeî

Wezîrê Perwerdehiyê: Seba Xeyredîn Taî

Wezîrê Bazirganiyê: Mihemed Haşim Casim

Wezîrê Plansaziyê: Eyad Samerayî

Wezîrê Xwendina Bilind: Quseyî Suheyl

Wezîrê Ragihandinê: Ebdulla El Malikî

Wezîrê Çandiniyê: Salih El Hesenî

Wezîrê Çavkaniyên Avê: Cemal El Adilî

Wezîrê Pîşesaziyê: Salih Cibûrî

Wezîrê Elektrîkê: Lueyd Xetîb

Back to top button