Civak

Hukumeta Kurdistanê: Me zarokên DAIŞê îşkence nekirine

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva raporta HRW da û tohmetên wê rêxistina çavdêriya mafên mirovan red kir, ku Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kiriye, ku zarokên zindanî yên DAIŞî îşkence dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, bi ti awayekê rêxistina navbirî serdana wî cihî nekiriye û tohmetbar û kesên daxwazkirî li gor yasaya bingehên darizandina sizayî serederî li gel wan tê kirin.

Îro Sêşembî 8ê Kanûna 2019, Rêxistina Çavêdriya Mafên Mirovan di raportekê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê yekê tohmetbar kir, ku zarokên zindanî yên DAIŞî îşkence dike û û ragihandiye, îşkencekirina wan zarokan ji bo wê yekê tê kirin, ku îtirafê bi pêwendiya xwe li gel DAIŞê bikin.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Dîndar Zêbarî ew raporta HRW û tohmetbarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir û ragihand, “bi ti awayekê rêxistina navbirî (HRW) serdana wî cihî nekiriye, herwiha ti kesek bêyî biryara dadgehê nayê destgîrkirin bi ti tohmetekê û piştî destgîrkirinê jî tohmetbar û daxwazkirî li gor yasaya bingehên darizrandina sizayî serederî li gel wan tê kirin, di heman demê de tohmetbar mafê wê yekê heye, ku parêzerekê amade bie, lê belê eger nekarî, wê demê pêwîst e dadgeh parêzer jê re dabîn bike û kesûkarên wî agahdar bike, ku kesê navbirî hatiye girtin, paşê dosye ji dadgeha taybetmend re tê şandin, bo yekalîkirina wê li gor yasayê.”

Dîndar Zêbarî herwiha dibêje: “Ew kesên ku temenê wan ji 18 sal kêmtir e û guman li wan tê kirin, ku pêştir pêwendiya wan bi DAIŞê hebûbe, weke qurbaniyê destê DAIŞê serederî li gel tê kirin, ne weke tawanbar û bi şêweyekê asayî û ji aliyê mirovî ve aliyên pêwendîdar serederiyê li gel dikin, weke hemû zarokên veguhastî, bi berçavgirtina rewşa wan a taybet.”

Li gor yasayê, îşkencedana tohmetbaran û kesên cezakirî bi şêweyekê giştî bo wergirtina îtîraf û zanyariyan bi tawan tê zanîn, li gor madeya 333 a yasaya sizadana Iraqî ya hejmar 111 a sala 1969 a hemwarkirî, bi ti şêweyekê rê nayê dayîn ku efser û karmendên polîs, kesên desteserkirî û girtî îşkence bikin.

Back to top button