Polîtîk

HUDA PAR: Em di hilbijartinên serokomariyê de piştgiriya Erdogan dikin

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand, HUDA PAR di hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê de piştgiriya Recep Tayyip Erdogan dike.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR) biryar da di hilbijartinên 14 Gulanê de piştgiriya Recep Tayyîp Erdogan bikin û tekez dike ku roja Duşemê dê şandeke AK Partiyê serdana wan bike.

Îro lijneya Îdarî ya Giştî ya Partiya Doza Azad (HUDA PAR) li bajarê Diyarbekirê civiya û piştî civînê Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di bersiva pirseke nûçegihanê Kurdistan 24ê de ragihand, wan biryar daye di hilbijartinan de piştevaniya Erdogan bikin.

Di derbarê alîkariyên Herêma Kurdistanê û DeXgeha xêrxwazî ya Barzanî bo ziyandîtiyên erdhejê de, Serokê Giştî yê HUDA PARê, Zekeriya Yapicioglu ragihand: “Me alîkariyên Herêma Kurdistanê dîtin, em careke din wan spas dikin.”

Back to top button