Polîtîk

HUDA-PAR: Divê pirsgirêka kurd di parlementoyê de bê çareserkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî berdewam dikin. Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) jî dê piştgiriya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) bike. Siyasetmedarên AK Partiyê rexneyan li opozîsyonê digirin û dibêjin; opozîsyon mafên kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikartîne û naxwaze pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Siyasetmedarên HUDA PAR’ê jî dibêjin; çawa di parlementoyê de mafên kurdan ji wan hatine standin divê dîsa di parlementoyê de mafên kurdan li wan bê vegerandin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rêveber û endamên partiyên siyasî bi şev û roj xebatên xwe birêve dibin. AK Partî stratejiya xwe li ser pêngavên ku ji bo pêşvebirina demokrasî û aboriyê ya di heyama desthilatdariya xwe de kiriye birêve dibe. Siyasetmedarên AK Partiyê; dibêjin; ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û berdewamiya pêngavên geşepêdanê divê kurd jî ji berê zêdetir dengên xwe bidin AK Partiyê.

Cîgirê Serokê Giştî Yê Ak Partiyê Li Diyarbekirê Mehmed Zekî Akkoç ji K24ê re got: “Em dibêjin li vî welatî çi mafên tirkan hene bila heman mafên kurdan jî hebin. Hemwelatiya wekhev em dixwazin hebe. Em wekî AK Partiyê dikarin vê yekî cîbicî bikin, ev qadroyên me hene. Em dibêjin; bila kurd careke din destekê bidin Erdogan, bila kurd bi Erdogan bawer bin, da ku ew vê meseleyê çareser bike. Umîd û baweriya me gelek e. Em dibêjin bila ev pirsgirêk bê çareserkirin da ku êdî ti kes ji berjewendiyên xwe re bikar neyne.”

Piştî ku HUDA PAR’ê biryar da ku bi AK Partiyê re hevkariyê bike di nava raya giştî jî bi berfirehî hat nîqaşkirin. Gelek aliyên nijadperest û aliyên Hevpeymana Milet li ser bernameya HUDA PAR’ê ku tê de behsa rê û rêbaza çareserkirina pirsgirêka kurd dike rexneyên tund lê girtin. Siyasetmedarên HUDA PAR’ê dibêjin; li Tirkiyeyê çep û sosyalîstên tirk ji her kesê zêdeti li dijî wan derdikevin û ev yek jî dijayetiya wan ya li hemberî kurdan nîşan dide. Siyasetmedarên HUDA PAR’ê tînin zimên; dema ku ew bibin parlementer dê li parlementoyê de jî daxwazên çareserkirina pirsgirêka kurd bînin zimên.

Endamê Desteya Rêvebir a Giştî ya HUDA PAR’ê Şeymûs Tanrikulu dibêje: “Em dibêjin; çawa di parlementoyê de mafên kurdan ji wan hatine standin divê dîsa di parlementoyê de mafên kurdan li wan bê vegerandin. Em tundûtûjiyê red dikin. Em, ne tenê di heyama hilbijartinan de behsa mafên kurdan dikin. Me di bernameya partiya xwe de jî nivîsandiye; em dixwazin ku mafên gelê kurd li ser dadwerî û heqiyê bêne cîbicîkirin û mafên bingehîn yên kurdan bêne dayîn. Heta niha sosyalîstan mafên kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikaranîne.”

Di hilbijartinên 2018an de AK Partiyê li Diyarbekirê ji sedî 21,5ê deng wergirtin û ji 12 kursiyên parlementeriyê 3 kursî bidest xistin. AK Partî niha dixwaze bi hevkariya HUDA PAR û namzedên ku wezîrtî kirine rêjeya dengên xwe û hejmara kursiyan zêde bike.

HUDA PAR di hilbijartinên 2018an de jî piştgiriya namzede AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan kiribû û di vê hilbijartinê de jî hem dê piştgiriya Erdogan bike hem jî dê di nav lîsteya AK Patiyê de bikeve hilbijartinê. Ji ber bernameya HUDA PAR’ê, gelo ev hevkarî dê li Tirkiye û Bakur çi bandorê li rêjeya dengên AK Partiyê bike? Ev yek di nava civakê de bi berfirehî tê nîqaşkirin.

Back to top button