Polîtîk

HSD tevlî Artêşa Sûryê dibe

Seroka Desteya Bicîkar a Encûmena Sûrya Demokrat (Ilham Ehmed) ji kenala BBC ya Birîtanî re ragihand, ku dibe di pêşerojeke nêzîk de, Hêzên Sûryay Demokrat (HSD) tevlî Artêşa Sûryê bibin.Ilham Ehmed diyar kir, heger li ser sîstema rêvebirina Sûryê û pêşeroja wî welatî, rêketinek di nav wan û rêjîmê de çêbibe, wê demê HSD wê tevlî artêşa Sûryê bibe, lê heya niha ti rêketin di danûstendinan de çênebûye.Ehmed derbarê zeviyên petrola Rojavayê Kurdistanê got: Niha ew zevî di bin kontrola HSDê de ne û ewê bimînin di bin kontrola HSDê de, heya dema ku kirîza Sûryê bi temamî bê çarekirin.Ev mehek e, YPG, HSD û PYD dest bi gotûbêjan li gel Hikûmeta Sûryê kirine û heya niha jî du gerên danûstendinan birêve çûne.Di Gulana derbasbûyî de jî, serokê Sûryê Beşar Esed ragihand ku, tenê du rê li pêşya HSDê heye, yan wê navçeyên di bin destê xwe de, bi diyalogê radest bike, yan jî wê Artêşa Sûryê bi hêzê wan deveran kontrol bike.

Back to top button