Vîdeo

HSD amade ye bimerc biçe nava artêşa Sûriyê

Tevî ku Hevserokê Encûmena Sûriya Demokratîk (ESD) ragihand, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dê tevlî artêşa Sûrîyê bibe, berbirsên Desteya Parastinê di Rêveberiya Xweser de diyar kir, hin merc divê bên cibicîkirin ta ku ew tevlî artêşa Sûriyê bibin.Piştî ku Hevserokê ESD Riyaz Dirar ragihand, eger çareseriyek li Sûrîyê çê bibe HSD dê tevlî artêşa Sûriyê bibe. Serokê Desteya Parastinê di Rêveberiya Xweser Rêzan Gulo de dide zanîn, ESD ji bo Sûriyê bi giştî kar dike, lê tevlîbûna HSD bo artêşa Sûrîyê girêdayî bi destûra bê ya Sûriyê ve girêdayî ye.Serokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo ji K24ê re got: “Destûra Sûriyê ya pêşerojê, ya ku xizmeta tevahiya civaka Sûriyê bike û Sûryayeke federalî qebûl bike, ji bo me ti pirsgirêk nîn e hêza me ya leşkerî tevlî proseya niştimanî ya Sûriyê bibe. Herwiha sîwana ku destûr ji bo hêzên leşkerî qebûl bike, emê jî wê qebûl bikin.”Şirovekarê siyasî Ferîd Sedon dibêje, ta niha biryarek navnetewî bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê tune ye, lê dema ku çareseriyek li Sûrîyê çê bibe û HSD tevlî artêşa Sûriyê nebe, HSD dê nemîne. Herwiha tevlîbûna HSDê bo artêşa Sûrîyê dê bi erêkirina Amerîka be.Ferîd Sadon got: “HSD yek ji wan hêzên ku di hundirê Sûriyê de şer dike ye. Çareseriya wan dê, yan çekên xwe danin û radestî dewletê bikin, yan jî dê tevlî artêşa dewleta yak u ji nû ve bê avakirin bibin, zêdetirî van her du bijardeyan li pêş hêzên leşkerî tune ye, ji ber ew berê xwe didin ku tevlî artêşa dewletê ya nû bibin.”Di dema ku hêzên leşkerî yên bi ser Rêveberiya Xweser ve dibêjin, ku hin merc hene ta ku ew tevlî artêşa SûrIyê bibin, çavdêr dibêjin ku piştî çareserkirina pirsgirêka Sûriyê ti hêzên leşkerî li hendûrê Sûriyê ji bilî artêşa Sûrîyê dê nemînin, nemaze ku ji heyama 7 salan ve bi dehan tevger, grûp û hêzên leşkerî li Sûriyê hatine damezrandin. https://www.youtube.com/watch?time_continue=3&v=uLaRh407O4s

Back to top button