Civak

HPG: Bûyera Sêrtê me kiriye û em doza lêborînê dikin

Di daxuyaniya HPG’ê de, hat ragihandin kû bûyera 4 sivîlan tê de jiyana xwe ji dest dayî “ji kokê ve lêpirsînek” hatiye destpê kirin.

“LÊBORÎNA XWE DIXWAZÎN”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja 21’ê Îlona 2011’an gêrîlayên me ji bo çalakiyekê li dijî dibistana bilind ya pîşeyî ya polîsan pêkbînin, li derdora wê kemîn danîbûn. Wesayîtekî kû berbi akademiya polîsan ve diçû, ji aliyê gêrîlayên me ve wisan hatiye zanîn kû wesayît aydê polîsane, ji bo wê gêrîlayên me jî wesayît reşandine. Di encama vê gule reşandinê de 4 sivîlên me jiyana xwe ji dest dane û jî birîndar bûne.

Di destpêkê de em weke HPG ji ber vê bûyera dil êş, ji gelê xwe, malbata kesên jiyana xwe ji dest dayîn û derdorê wan re lêborînê dixwazin.

LÊPIRSÎNA BIKOK HAT DESTPÊKIRIN

Piştî kû ev bûyere gihayî me, me bi awayekî lezgîn lêpirsîn da destpêkirin û bi jiyana xwe ji destdayîna 4 mirovên me, me destp bi lêpirsînek bikok kir.

Weke Tevger çi hewildanên me yên çalakiyan li hember sivîlan tune ne û pir vekiriye kû wê tune bin jî. Pêwîste bê zanîn kû, di demên berê de hemû hewildanên çalakiyan yên li dijî sivîlan yên xelet ji aliyê me ve bi lêpirsînek hişk hatiye bersivdan. Ji ber vê çendê pêwîste raya giştî bizane kû em hemû çalakiyên li dijî sivîlan red dikin.

EM VÊ QEZAYA BI ÊŞ TU CARAN NA PEJIRÎNÎN

Pêwîste bê zanîn kû, em vê qezaya dilêş bi çi awayî napejirînin. Emê hemû lêpirsînên pêwîst bi awayek berfireh vebikolin, her wiha wê encamên vê lêpirsînê jî bi gelê xwe û rayagiştî re parvebikîn.

Dubare ji ber vê bûyera dilêş, xemgîn û hestên mirovan dixin zorê, ji gelê xwe, rayagiştî ya demokratîk, ji malbata kesên jiyana xwe ji destdane û derdoran wan re lêborîna xwe dixwazin. Her wiha em soz didin kû, di derbarê bûyerê de pêkanîna kû bêxwestin wê re kirin.”(ANF)

 

Back to top button