Dosya

Hinartina çek û cebilxane bo Kobanî berdewame

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê dibêje ku, ew hêza pêşmergeyê Kurdistanê niha li Kobanî dijî DAÎŞ şer dike bi berdewamî pêwîstî bi çek û cebilxane heye û ji ber vê yekê jî duhê karwanekî din yên çek û cebilxane bo hêza pêşmerge li Kobanî bi rê kir û pirosesa hinartina çek û cebilxane dê berdewam be.

Rêvebirê giştiyê ragehandina wezareta pêşmerge Helgurd Hikmet di daxuyaniyekê de ji  kdp.inf re got: Li ser daxwaza rojavayê Kurdistanê hêzeke piştevaniyê ya pêşmergeyê Kurdistanê bi çekên giran ev çû Kobanî û wê hêza pêşmerge di şerên çend rojên borî de gelek çek  û cebilxane bikaraniye û tesîreke baş hebû û gelek ziyan bi terorîstên DAÎŞê gihandine. Wê hêza pêşmerge bi berdewamî pêwîstî bi cebilxaneyê heye.

Hikemt got ku, duhî wezareta pêşmerge karwanek din yê çek û cebilxane ji bo hêza pêşmergeya li Kobanî şer dike hinart û dê pirosesa hinartina çek û cebilaxane berdewam be.

Back to top button