Cîhan

Hildebrandt: Gulan Avci şervana demokrasiyê ye

Johanne Hildebrandt li Swêdê, ji awira çavdêrî û şirovekirina li ser şerên li welatan, rojnamevana herî xurt e. Şiroveyên wê ji cihên şer bûne naveroka romanan. Pirtûkên wê bikêşar in û têra xwe bala mirovan dikşînin.

Rojnamevana nasdar Hildebrand di Newsmill ê de li ser Jina Kurd, parlamenter Gulan Avci, rojnamevan Sakine Madon û rojnamevan-nivîskar Dilsa Demirbag-Sten ê nivîsek belav kir û hersê mîna şervanên demokrasiyê nîşan da.

Siyasetvan Gulan Avci ji Partiya Gel (Folkpartiet) li bajarê Stockholmê namzêda parlamentoya Swêdê ye û ji ber xebatên xwe, cihê xwe di dilê Kurd, Swêdî û bîyaniyan de çêkiriye.

Parlamanter Avci berî niha, di dengdayîna parlamentoya Swêdê ji bo nasîna ”jenosîda mesîhî û Ermeniyan li Turkiyê” deng dabû û dengê wê, di nasînê de rolek mezin lîstibû. Hildebrandt balê dişîne ser Avciyê û rola wê ku çawa xwedî biryar e û bi dilê wezarê derve Carl Bildt hereket nekiriye û perda ser ruwê wî yê veşartî aniye xwarê, eşkere kiriye, û bûye sedem ku konsolosê Turkiye vegere welatê xwe.

Çend salên dawiyê serkevtina van jinên Kurd li Swêdê ne tesadufî ye, dibêje Hilderbrandtê. Beşdarbûna wan, di niqaşên civakî, siyasî û aborî de û dîtinên wan yên bi sûd û wêrek eşkere didine xuyanî kirin û xwedî pêşerojek ronî ne.
Serkevtina wan para xwe ji malbatên wan distîne ku dêûbavên wan bîyaniyên polîtîk in, ew bi niqaşên piralî û rengîn mezin bûne. Bêtirs û wêrek in û li ser encamên tirsê li Swêdê xwedî dîtin in. Dewleta Kurda tune ye û Swêdê mala xwe dibînin, lewma demokrasiya li Swêdê giring dibînin. Di demên ew xebata demokrasiyê bilind dikin, gelek jin hene qet tu karî nakin.

Nivîsa Hilderbrandt ê têra xwe balkêş e. Kesên dixwazin bixwînin dikarin bi rêya lînkê bi dest bixînin:

http://www.gulanavci.se/artiklar.php?artikel=70

EuroKurd News

Back to top button