Nivîsar

Hilbijartinên herêmî û tifaqên bê prensîb

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur, hilbijartinên herêmî Adara 2019ê têne li darxistin. Ji niha ve serê rojeva siyasî de ev babet rûniştiye. Aliyên siyasî ji bo winda nekin  ketina nava lêgerinî kî de ji bo tifaq û hevkariya. Tifaqên di vê pêvajoyê de têne kirin ne li ser bingehê siyasîne. Herkesek yan jî aliyek ji bo bikaribe binnekeve li tifaqa digere.

Ji aliyekî ve AKP li hinek deveran li gel MHPê tifaqa gotubêj dike ji aliyek din ve CHP li gel IYI Parti û hinek partiyên din ji bo tifaqa hevdîtina pêktîne. Di tifaqên li bajarên Tirkiye de çêbibin HDP vekirî ne di nava tu bazarê de ye. Lê HDPê daye xûyakirin ku ew ji bo dijitiya AKPê û winda kirina AKP dikarin pişgiriya kandîdatên CHPê bikin.

AKP di hilbijartinên parlementoyê de meha Hêzîrana burî % 42 deng girtîbûn. Eger AKP di hilbijartinên herêmî de bikeve di bin vê nisbetê dê desthilatdariya Erdogan de hinek zehmetî peyda dibin û ev yek dikare bibe sedemek yê hêjandina desthilata AKPê ya 17 salan.

Ji bo vê AKP gelek hewla dide ku bi awayekî serbikeve. Ji aliyek din HDP li Kurdistanê peydakirina kandîdatên şeredariyan de zehmetiyê dibîne. Hukumetê ji berî niha daye xûyakirin ku, eger kesayetên bêne hilbijartin pêwendiya wan PKKê re bê tesbît kirin dê li dewsa wan cardin kayum bêne tayîn kirin.  Ev yek ji bo peydakirina kesayeta di nava HDPê de zehmetiya peyda dike.

Ji bo vê HDP nehînî li gel CHPê hevdîtina dike û dixwaze li gel CHPê tifaqekî nehînî çêbike. Tişta ku di rojevê de li hinek bajarên Kurdistanê CHP kandîdatên xwe dide kifşkirin û HDP pişgiriya van kandîdata bike. Lê ev yek hêja negihatiye encamekî, li ser formîlên cuda tê xeberdan.

Ev hilbijartin ji bo rewşa AKPê û Erdogan gelek girîngin. Ihtimala ku AKP li Stanbul û Enqere hilbijartinê winda bike derketiye holê. Li van bajaran tenê bi hevkariya MHPê AKP dikare xwe xilas bike. Lê di rastiya xwe de pratikê de piraniya endamên MHPê denga nadin AKPê. Ev jê pirsek dine. Eger AKP li Stanbul û Enqere winda neke û serbikeve desthilat her wek xwe berdewame. Lê di van herdu deveran de winda bike rojeva siyasî dibe derizandina desthilata Erdogan û dê hingê gelek babetên cuda bikevin di rojeva siyaseta Tirkiye de.

Aliyê kurda rewş xûyaye, HUDAPAR bi serê xwe dikeve hilbijartina. HAK-PAR jî biryar daye ku bi tu awayî li gel HDPê tifaqa neke û bi serê xwe dikeve hilbijartina. PAK û PSKê helwesta xwe diyar kirine û dê herdu alî bi hevre kandidatên serbixwe bikevin hilbijartina. PDK-T li gel HDPê civiyiya ye û ji bo tifaqê hevdîtin kirine. PDK-T gelek zehmete ku li gel HDPê bigihê encamekî. Ji ber ku herdu alijî bi tektîkî diçin meselêye û HDP tu cara PDK-T cidî nagire û li gel hevkariyê nake. Tenê leyiztikek heye. Bila kesek xwe nexapîne.

Niha halê hazir rewş eve dê sibe çi bibe nayê zanîn.

22.11.2018

Nûçe/Analîz

N.F.

Back to top button