Nivîsar

Hilbijartin: Xeta navbera Tirkiyebûn û Kurdistanîbûnê de!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokkomariyê û parlementoya Tirkiye çêdibin. Di rastiya xwe de ev ne hilbijartinên Kurdistanine . Yanî ne hilbijartinên serokatiya Kurdistanê yan jî yên parlementoya Kurdistanê ne. Ev hilbijartinên Tirkiyene. Gerek ji berî her tiştekî ev yek bê tespît kirin.

Lê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye Kurd jî di nava sistema ku heyî de, tevlî van hilbijartina dibin. Tenê partiyek HAK PAR wek partiyek Kurd tevlî van hilbijartina dibe û hinek partiyên din ê Kurd pişgiriya HAK PARê dikin. Tu îdiayek HAK PARê ya ku bikeve parlementoyê de tuneye, lê dixwaze helwestek netewî Kurdistanî diyar bike. Ji aliyek din ve tu îdiaya HAK PARê di serokkomariyê de tuneye û dibêje di serokkomariyê de, em pişgiriya tu aliyekî nakin. Belkî helwesta HAK PARÊ kêm zêde ne bi dilê hinek aliyan be. Lê di mercên îro de herî helwesta Kurdistanî ev e.

Qendil bi rêya Partiya Kesk a Çep tevlî hilbijartina dibe. Li dora xwe platformeka ne Kurdistanî avakiriye û dixwaze bi rêya wan aliyên ku pişgiriyê didinê paltform û daxwaziyên Kurdistanî berteraf bike. Qendil li gel CHPê li hevkiriye. pişgiriya kandidatê Tifaqa Milet dikin. Ji bo Kurda tu cewaziya Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet tuneye. Ji xwe tu helwestek a Qendil a Kurdistanî jî tuneye ku heta kurdbûn yan jî Kurdistanîbûnê wek pîvan bigre. Ne Qendil, ne CHP û ne Tifaqa Milet û ne jî Partiya Kesk a Çep nikare naveroka li hevhatina xwe eşkere bikin. Yanî CHP jî di qada yasayî de PKÇ/HDP/Qendil muxatab nagire. Ji bo vê jî di hilbijartinan de aliyên behsa demokrasiyê dikin dema hevpemanên nehînî çêdikin û nikarin eşkere bikin, ev yek tariye û gelek xirabiya di nava xwe de xwedî dike.

Wek din hinek qaşo partiyên xwe Kurd dibînin pişgiriya Kiliçdaroglu dikin, lê mixabin nikarin sedema vê jî ji Raya Giştî re diyar bikin û li himber miletê xwe derewa dikin. Niha bivê nevê li bakurê Kurdistanê aliyê netewî ji aliyê Tirkiyebûnê ji hev veqetiyaye û hêdî rêzên siyasî di nava Kurdan de eşkere bûne.

Qendil cardin êrîşê başûrê Kurdistanê û PDKê dike. Sedema vê yekê diyar e. Heta deverek a Kurdistanê xetek netewî hebe û parastina destkeftiyên netewî Kurdistanî bike ev tirsa PKKê ya herî mezine. Ji ber ku siyaseta PDKê ya Kurdistanî rê li belavkirina jehra PKKê di nava xelkê de digre û siyaseta PKKê ya dijê hemû nirxên Kurd û Kurdistaniyê asteng dike.

Kurdên bakur denga bidin PKKê yan nedinê gelekî tiştekî naguherê, lê eger aliyên Kurd li bakurê Kurdistanê nikaribin behsa rastiya PKKê bikin dê li himber miletê Kurd heta hetayê tawanbarbin.

3.5.2023

Nêrîn / Şirove

Back to top button