Nivîsar

Hilbijartin û pêvajoyek nû

Hilbijartin çêbûn, encama hilbijartina hate ragihandin. Ji berî hilbijartina herkesekî li gora xwe nirxandin kirin û li ser encamên hilbijartina texmînên cur bi cur kirin. Herweha li ser encamê hilbijartinan jî şiroveyên cuda hatin kirin. Lê encamên van hilbijartinan heta redeyekî ji berê ve dihata zanîn.

Di hilbijartinan de Ak Partiyê serkeftinek dîrokî destxist û ji % 50 deng standin. Ev yek jî bû sedem ku dê Ak partî  desthiltiya  xwe  berdewam bike. Ak partiyê hilbijartina 2007-ê, ji % 47 deng anîbûn lê zêdeyî 330 parlementer derxsitibûn , 2011-ê ji % 50 deng anîn, lê sedema guhertinekî hijmara parlementeran li gora bajaran 226 parlementer kar kirin. Di encam de Ak partiyê serkeftinek mezin destxist. Herweha partiya yekem bû ku li bajarên Kurdistanê parlementer derêxistin. Kurdan deng dan Ak partiyê.

Berendamên serbixwe yên ku BDP-ê pişgiriya wan dikiran jî di bajarên Kurdistanê de serkeftinek girîng destxistin. Li Kurdistanê 7 bajaran bûn partiya yekem û dengên herî zêde anîn. Li hinek bajarên Tirkan jî derên wek stanbul, Mersîn û Edenê dengên baş anîn û parlementer derxistin. Ev hilbijartin ji bo BDP-ê jî serkeftinek bû.

Niha divê mirov berê xwe bide qonaxa ku li pêşiya meye. Di konaxa werê de mijara herî girîng ji bo Tirkiye û Kurdistanê çîkirina destûrek nû ya sivîl e. Kar û xebata parlementerên BDP-ê, di vê konaxê de bikin gelek girîng e. Di bingehê xwe de, dê karê wan bibe pîvanê serkeftinê. Di destûra Tirkiye de madda yekem dibêje ku , “ herkesê ku hevwelatiyê Tirkiye ye ew Tirk e.“  Ji berî hemî tiştekî divê ev mada ku ji bilî tirkan kesekî din nabînê û inkara hemî miletên din dike bête guhertin. Divê di desturek sivîl de nijad perestî tunebê û ji bilî tirka di serî de kurd û miletên din ku li Tirkiye dijîn xwe di vê desturê de bibînin. Ev gava herî girîng e û gava yekem e ku divê bête avêtin.

Hemî partî dibêjin ku , divê desturek nûjen çêbibe, lê ji bo guhertina mada yekem ya ku inkara kurdan dike û herkesekî Tirk dihesibîne, CHP-ê û MHP-ê helwesta xwe diyar kirine û bi tu awayî naxwazin ev bend bête guhertin. Li vê derê bar dikeve li ser milê parlementerên BDP-ê. Divê ew bi vê erka xwe rabin û tiştên ku berjewendiya kurdan de bêne kirin pişgiriya Ak partiyê bikin û di amadekirin û pêkanîna destura nû de rolêkî berbiçav û erênî bileyzin.

Bi awayek din ev qonaxa nû dikare bibe qonaxa çareseriya pirsa kurd jî. Di vê derbarê de, kurd ji hinek gotarên popilîst xwe dûr bêxin û di çerçova bernameyekî de rêya diyalog ê û karanîna metodên demokratîk bingeh bigrin û neyên leyiztik û pravakasyonên dezgehên tarî wê bikaribin rolek gelek baş bileyzin û li gel Ak partiyê ji bo pirsên ku di berjewendiyên kurdan de bê hevkariyekî bikin.

Em hemî nawendên biryarê ji bo BDP-ê dizanin. Ew nawend ji rewşên xwe yên taybetî zêdetir divê rewşa gelemperî ya kurdan bidin pêş û li gora wê jî biryara bistînin. Siyaseta BDP-ê ya ku dibeje em dixwazin di bin  banê parlementoyê de çareseriyê peyda bikin pêwerê û bi îrada parlementeran bikeve paraktîkê de wê gavên erênî bêne avêtin.

Ji tujî û tunduyê dûr, di warek demokratîk de ji bo çareseriya hinek pirsirêkan hêviyek derketiye holê. Ak partiyê bi xwe jî vekirî dît ku ew siyaseta, di pirsa kurd de gavek pêş û deh gav li paş tiştekî çareser nake. Hêdî ji bo Ak partiyê di pirsa kurd de cesaret û istiqrar pêwîste. Eger Ak partî di vê pêvajoyê de gavên pêwîst bavêje û pişgiriya BDP-ê jî hebê wê destkeftiyên dîrokî ji bo kurdan pêkwerin.

Mirov dixwazê bi hemî awayî çavek erênî li vê pêvajoyê binêre. Li gora wê jî hevî û daxwaziyên xwe bîne ziman. Peyama serokê herêma Kurdistna Mesud Barzanî divê ji bo destpêkeka erênî ya pêvajoya nû baş bête xwendin.

Barzanî  Serokwezîrê Tirkiye Erdogan ji bo serkeftina hilbijartina pîroz kir. Di peyama bi minasebeta pîraozbahiyê de dayî gelek zelal hêviyên me jî wek kurd danê kifşkirin. Herweha pîrozbahiya Barzanî ya ji bo Leyla Zana, Ehmed Turk û Şerefettin Elçî jî rêkirî, bi awayekî çerçova siyaseta kurdan di vê pêvajoya nû dide diyar kirin.

Hêvî ewe ku ev pêvajoya nû ji bo kurdan bibe pêvajoya destxistina  mafên rewa yên gelê kurd.

18.06.2011
Dara Bilek

Back to top button