Nivîsar

Hilbijartin û bloka Kurdistanî

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur  ji nihave behsa hilbijartina û hevkariyên di hilbijartinan de çêbibin tê kirin. AKP a Erdogan heta vê gavê di warê tifaka de ne zelale. Herweha her çikas dema hilbijartina di sala 2019ê de ye, her demî dikare bidin pêş û havîna sala 2018ê çêbikin. Ev yek li gora hevkariya ku AKP bike tê guhertin. Yani piştî kongreya giştî ya AKPê her alî xwe ji hilbijartian re bi awayekî amade dike.Niha du cureyên hevkariyê di rojevê de tê xeberdan. Yekjê ewe ku AKP cardin di bin navê pêvajoya çareseriyê de li gel Ocalan dest hevdîtina bike û bi vî awayî herê hilbijartina. AKP heta vê gavê biryar nedabê jî li gel MHPê di nava leptekiye ku bi hevre hevkariyekî ji bo hilbijartina ava bikin.  Yani bi awayekî behsa tifaqa AKPê, MHP û Ocalan tê kirin ev yek di rojevê de ye. Lê dê çi cureyî çêbibe nayê zanîn.  Bê guman Tayib Erdogan di hilbijartinan de kandîdatê serokkomariyê ye.Ji aliyek din behsa tifaka CHP, Saadet Partisi û IYI Partiyê tê kirin. Di nava vê tifakê de jî navê HDPê derbas dibe.Ev eniya hanê jî li ser serokkomarê berê Abdullah Gul û hevalên wî disekinin ku wan jî bêxin nav xwe û Gul li himber Erdogan bikin kandîdatê serokkomariyê.Ev herdu senaryo jî têne xeberdan û guftogoyek heye. Lê dê encam çibe nayê zanin.Ji aliyê tevgera kurd ve pirs gelekî cudaye. Gelo dê hilbijartinên pêşiya me de kurd çi bikin? Aliyên siyasî yê kurda dê çewe pêşwaziya hilbijartina bikin heta vê gavê nayê zanin. Hinek aliyên siyasî di vê derbarê de dîtinên xwe eşkere kirîbin jî tevgerek ber biçav tuneye.Li ser aliyê kurda jî du alternatif têne xeberdan. Yek ji wan, ew aliyên ku ji bo pişgiriya referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr hevkarî kirîn û platformek avakirîn, dikarin heman platformê berfirehtir bikin û di hilbijartinan de helwestek hevbeş deynin holê.Ji aliyek din  ji berî demekî hinek berpirs û parlementerên di nava HDPê de civînek li Diyarbekir darxistin û gelek kesayetên ku ne di nava HDPê de jî tevlî vê civînê bûn. Ew jî dixwazin eniyek hevbeş ava bikin. Di vê civînê de komisyonek 20 kesî hatiye avakirin. Dê ev komisyon pêşniyarê ji aliyên din yên kurda re bibe û daxwaz bike ew jî bikevin di nava vê platformê de. Lê gelo ev kesên parlementer û endamên HDPê çikas samimîne û heta çi radeyê ji derê siyaseta partiya xwe û PKKê dikarin hereket bikin nayê zanin. Ev pirsgirêka herî mezine û heta vê gavê helwestên wan nebûnê cihê baweriyê.Dema ev rewş bi vî awayî bête tespît kirin , di rastiya xwe de çi pêwîst e? Gerek kurd çi bikin?Di baweriya min de, di vê derbarê de divê ew rêxistinên ku xwe wek rêxistinên kurd û Kurdistanî dibînin pêşkêşîya eniyek yan jî platformek hevbeş bikin. Eger HDP xwe wek rêxistinek Tirkiye bibîne û ne Kurd û Kurdistanî xwe nav bike li gel hevkarî nayê kirin. Di vê derbarê de divê Kurd û Kurdistanî bibe pêvanek ya palatform û hemû cureyên hevkariyan.Aliyên kurd û Kurdistanî li gora rewşa welatê xwe û gora pêvajoya siyasî ya heyî, divê di hilbijartina de platformek Kurdistanî hevbeş ava bikin. Di vê platformê de, partî û rêxistinên siyasî yên eşkere, dezgehên sivîl, kesayetên welatparêz, nivîskar , rewşenbîr, rêxistinên jin û ciwana cih bigrin. Herweha divê ev platform ji hilbijartinên parlenmentoyê behtir giraniya xwe bidin hilbijartinên herêmî. Ji aliye din ve pêwiste li gel hinek kesayetin ku herêmê de xwedî imkan û xwe kurd dibîne û herweha wek rêhsipî yan jî akilmendê cihê xwe tên naskirin hevkarî bete kirin .Heta ku kurd nikaribin platformek piralî demokratik û Kurdistanî ava bikin tu şansê wan di hilbijartinan de tuneye.Ji bo vê yekê berpirsiyarî dikeve li ser milê her kurdekî.Vê carê hêvî lawaz bê jî heye ku platformek Kurdistanî bê avakirin. Lê divê di serî de aliyên siyasî bikaribin xwe ji hinek berjewendiyên kesayetî û rêxistinî xwe xilas bikin û berjewendiyên netewî bingeh bigrin û bikin pîvan . Yan mirov li gor berjewendiyên netewî hereket dike û dibe xwedî helwest, yan jî her gava bê avêtin di pêvajoyê de winda dibe û dewsek jî jê namîne.5.1.2018Dara Bilek

Back to top button