Civak

Hikûmeta Kurdistanê bombarana balafirên Tirkiyê şermezar dike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bombarana balafirên Tirkiyê şermezar dike, ku deverên  Nêrwe û Rêkan li Parêzgeha Duhûkê bombaran kirin û di encam de heft welatî şehîd bûn.

Tekista peyam hikûmetê

Îro balafirên cengî yên Tirkiye bi dijwarî deverên Nêrwe û Rêkan li Badînan bombaran kirin û di encamp de heft welatî şehîd bûn.

Li dema ku welatî ji bo karên xwe yên rojane çûbûne nav rez û baxên xwe, bi hêceta hebûma binkeyên PKK, ev dever bombaran kirin û mixabin piraniya wan şehîd bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bombarana balafirên cengî yên Turkiyê şermezar dike ku bûye sedema kuştina şehîd bûna hijmarek welatiyên Herêma Kurdistanê. Em daxwazê ji Tirkiye dikin  dest ji bombaranê bi wê awayê hilgire û ziyanê bi welatî yên Herêma Kurdistanê negehîne û bingehên cîrantiyê biparêze.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Back to top button