Polîtîk

Hikûmet derfetên zêdetir bo webirhênana biyanî durist dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçova hevdîtinekê ligel Balyozê Sirîlanka li Iraqê Nîrancan Ranasînga de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zemîneke libartir bo webirhênana biyanî li Herêma Kurdistanê durist dike.

Îro Dûşema 29.7.2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Sirîlanka li Iraqê Nîrancan Ranasînga û şanda pê re kir.

Balyozê Sirîlanka pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir bi helkefta ku bûye serokwezîrê Herêma Kurdistanê û jê re hêviya serkeftinê xwast.

Balyozê Sirîlanka her wiha behsa wê yekê jî kir ku sermiyandar û bazirganên Sirîlanka dixwazin li Herêma Kurdistanê kar bikin û da zanîn, di demek nêzîk de dê pêşangehek bo berhemên Sirîlanka li Hewlêrê were vekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi dîtina sefîrê Sirîlanka anî ziman û ragihand, di bernameya kabîneya nû de girîngiyek mezin dê bi geşkirina aborî bi taybet çandiniyê were dayîn. Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê zemîneke libartir bo webirhênana biyanî li Herêma Kurdistanê durist dike.

 

Back to top button