Dosya

HEZKURDê raporek di derbarê zimanê Kurdî de pêşkêşî Serokkomariya Tirkiyê kir

Hereketa Zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê di derbarê zimanê Kurdî de raporek berfireh amade kiriye û ev rapor pêşkêşî çend dezgehşn hukumetê û serokkomariyê kirine. Hezkurdê ev rapor daye hinek şêwirmendên Serokkomariya Tirkiyê, Wezareta Navxwe û Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê.

Rapora ku HEZKURDê pêşkêşî dezgehşn hukumeta Tirkiye kirî bi vî awayî ye:

Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî

Komara Tirkiyê ya ku li ser mîratê Împaratoriya Osmanî bi rêbazeke netewe dewletî ve hatiye sazkirin; Komarê, piştî ku  sazkirina xwe temamkir di demek kurt de ji bo rakirina wan nirxên ku bingehê imparatoriyê li ser hatiye sazkirin; wekî pir-qewmîtî, pir-olî, pir-mezhebî û pir-zimanî gele rêk û rêbaz hatine çekirin û amadekirin.

Komara Tirkiyê ya ku bi Makezagona 1924an ve gihiştibû binyadekî unîter û yekpar, bi realîte û piştgermiya zimanê Tirkî ve, ji ber ku zimanê Komara Tirkiyeyê  yê fermî zimanê Tirkî bû. Ew zimanên din yên ku pêdihatin axiftin û ’emelkirin, ji bo rakirin û tunekirina wan ya ku dinav jiyana gelemperî de heyî, gelek ked û xebat hatine kirin û meşandin.

Ji ber ku qismekî hejmara welatê Tirkiyê, ku zêdetirînên wan ji kesên Kurd pêkdihat, ji aliyê sazûman û rejîma Kemalîst ve bi taybetî ji bo ku zimanê Kurdî ji qada jiyanê bête rakirin, di hemû qadên jiyana gelemperî de qedexe, inkar û sansûr li ser zimanê Kurdî hatine bikaranîn.

Qadroyên Kemalîst, ji bo ku zimanê Kurdî, yê ku di Komara Tirkiyê ya ji nû ve hatiye avakirin de piştî zimanê Tirkî zimanê duyemîn ê pê emelkirîn, axiftin û xwedî statûyê bû. Qadroyên Kemalîst dixastin ku bi rêk û rêbazên “zagonî” û “dadî” ve zimanê Kurdî ji nav jiyana gelemperî raken û bi giştî di qada jiyana gelemperî de bête ji bîrkirin û tunekirin, ji bo vê yekê gelek rapor amadekirin. Armanc û mexseda van rêk û pêkan hemiyan ew bû ku zimanê Tirkî di welatê Tirkiyê de bibîte zimanê yekem û ji bilî wî çu zimanên dî neêne bikaranîn û zimanên din hemî bêne pakijkirin û helandin.

Desthilatdara Kemalist, ji bo ku ev yeke pêkbêtin û bigehîte armanca xwe, di serî de  makezagon, zagon, qanûn hemî bi vê armancê ve bikaranîn û ji bo vê mexsed û armancê enstitî û dibistan, (Enstîtûyên Qîza, Enstîtûyên Gihiştinê, Enstîtûyên Gunda), Cemiyeta Zimanê Tirkî ya Tetqîqê (Sazûmana Zimanê Tirkî), Sazûman a Dîroka Tirkan, Mufetişên Umûmî, Ocaxên Tirkan, Malêngel/Odeyêngel, Mektebên Millet û Mektebên Neteweyî hemiyan; ked, cehd û hewildanek mazin ji bo vê yekê dan. Ji bilî van hewildanan jî, bi gelek biryarên ku di Meclîsên Bajaran û Meclîsên Şaredariyan de hatîne girtin û dayîn ve yên ku bi Kurdî diaxivin re gelek cezayên paredanê, cezayên hefs û zîndanê jî êxistine tedawilê.

Ew biryarên meclîsê yên ku me li jor behsê wan kirî, wek saziyên gelemperî dibistanên Kurdî, nexweşxane, şaredarî, dadgeh û girtîgeh wd. û ji bilî van jî destûra qisekirin û xeberdana zimanê Kurdî li sûk, çarşî û  bazaran, li kuçe û kolanan, li çay û qehwexaneyan yanî di hemî qadên jiyana rojane de hate qedexekirin.

Bi vî awayî ve zimanê Kurdî, tenê di nav her çar dîwaran de hate qeydkirin. Bêguman, hemû biryarên herêmî yên “zagunî” û “huqûqî” ku di derbarê zimanê Kurdî de hatîne hilgirtin, bi giştî dîsa nikarîn di nabeyna Kurdan de axiftina Kurdî qedexe, înkar û sansûr bikin. Zimanê Kurdî bi van qedexe û hemî zordariya ve jî bi giştî ji holê ne hate rakirin û wekî diête zanîn hebûna xwe bi giştî heta nûke jî bi awayekî dewlemend  berdewam diketin. Lê belê di nav erdnîgariya Kurdan de, piştî 1980an de ji ber nûjenbûyîna bi lez û bez, bajarbûnî, xwendevanbûnî-dibistvanbûnî,  xandevanî-nivîskarî, koçberiya ji gundan a ber bi bajara ve, sotin û valakirina gundan, di rexê din de derketin û belavbûyîna amûrên têkiliyên girseyî wekî    televizyon, radyû, rojname û internetê bandorek mezin li ser nifşên nû kirin, li ser zanîn û hînbûna Kurdî bandorek neyênî kir û hejmara wan qederekê kêm kir.

Li gel vê rastiyê jî ” Di dîroka Komara Tirkiyê de, qedexekirina zimanên ji bilî Tirkî qet tu caran bi awayekî fermî û rêbazeke zagonî yan jî bi qedexekirî tu damik û listeyên zimanan ve nehatine çêkirin.”  Sedemê vê yekê jî nenaskirina hindikahiyên din wekî hindikahiyên Kurdan bû ku bi metnek zagonî, bi awayekî fermî ve cihkirin û qebûlkirina wan bû. Di ser vê yekê re jî gelek qanûn di gelek qadên jiyanê de, bi tenê rêka ” pêdiviya bi fermîya zimanê Tirkî” ve, an jî “ji bilî Tirkî çi zimanên din naêne bikaranîn” hatibûne pejirandin û astengkirina zimanên dîtir û qedexekirin. Ev yeke jî di bû pêwîstiyek ji bû qedexekirîna zimanên din.

Ji ber vê yekê biryarên ku di mewzûatê de tenê bikaranîna zimanê fermî, di bû sedemê pêwîstiyên hindê ku zimanên din hemî bêne qedexekirin û sizankirin û cezakirin.

Di vê nivîsê de, dê ji dema sazkirina Komara Tirkiyê heta dema nihe dê rêbaz, polîtîka û kronolojiyên kardariyên di derheqê zimanê Kurdî de hemî êne berbiçavkirin û beyankirin.

1. Ji destnîşankirina Agirbesta Mondrosê û  heta îlankirina Komara Turkiyê, di derbazboyîna demê nêzîkî pênç salan(1918-1923)de, desthilat a siyasiya wê dewrê, bi awayekî fesîh dabû beyankirin ku rêz û hurmetê ji hemû nirxên Kurdan yên neteweyî, zimanî û çandî re bigre û hurmetê ji mafên wan yên  herêmî, imtiyazî û hemî taybetiyên wan bigire.

Bi vê têkilî û peywendiyê ve Daxuyannameya Kongreya Sîwasê, Protokola Amasyayê, Biryarên Peymana Neteweyî, Hevdîtinên TBMM, Zagona Bingehîn a Rêkxistina Makezagona 1921an, Civîna Çapemeniya Îzmîtê ya 1923an û di Peymana Aşîtiyê a Lozanê de, bend û tomariyên ku di serî de mafê zimanê Kurdan û hemî mafên wan yên neteweyî tê de cî digirin.

Bi taybetî ji ber ku di Makezagona 1921an de hatibû pejirandin da ku rêveberiya bajaran ya bi serê xwe be, hatibû tomarkirin ku Kurd jî dê li herêmên tê dijîn de xwe bi awayekî xweserî bi rêvebibin hatibû destnîşankirin. Di Makezagona yekemîn a Tirkiyê de (bi sererastkirina di 1923an ve) bi fermîbûna zimanê Tirkî ve ji bo zimanên din yên ku li welat diêne xeberdan jî tu astengî naêne kirin û hemî kes dişên di dadgeha de zimanê xwe bi devkî xweberbidin, hatibû qeydkirin/tomarkirin. Bi vê yekê re girêdayî ve, dibe ku bê zanîn ji ber ku di Makezagona 1921an de zimanê dewletê yê fermî, Tirkî hatibû pejirandinê, ev yeke di serî de ji bo zimanê Kurdî, zimanên din û hindikahiyên olî dê bibe palpiştî û pişteka bişavtin û şibandinê. Peymana Aşîtiyê ya Lozanê ya ku Dewleta Tirk di qada navneteweyî de pejirandî jî belgeyeke navneteweyî ye ya ku parastina hebûna zimanê Kurdî diketin.

Ev çend xalên paymanê didene diyarkirin ku: “Tebayên Tirk, çi bi taybet be çi jî bi giştî be di têkilî û peywendiyên bazirganiyê de ol, çapemenî yan jî di hemû cureyên mijarên weşangeriyê de, di civînên xwe yên vekirî de, bi kîjan ziman bivêtin dixazin kar û xebatên xwe biken, ji bo ziman tu asteng naêne kirin.”(39/4) û ” Di gel hebûna zimanê dewletê yê fermî, tebayîyên Tirkiyê yên ji bilî Tirkî zimanek dî xeberdidin, ji bo ku di dadgehan de zimanê xwe bi devkî xweberbidin pêwîste hemû hêsanîyên guncaw bêne peydkirin.”(39/5). Ev xalên paymanê diyardene ji bo ku welatiyên Komara Tirkiyê hem di dadgehan de hem di jiyana bazirganiyê de û hem jî di jiyana xwe ya taybetî de “kîjan zimanî bixaze” divêtin ji bo ku wî zimanî bikarbîne hemî derfet diêne naskirin. Du xalên di derheqê mijarê de yên ku di Peymana Lozanê de cî digirin, dibine piştevan û piştek ji bo ku zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bête bikaranîn û parastin, dibine sened û wesîqeyên çilotiyên navneteweyî.

2. Bi pejirandin û qebûlkirina Makezagona 1924an ve, beriya hingê, makekanûn jî di nav de, di hemû belgeyên fermî de di cihê mefhûma “Tirkiyeyî” de vegotina “Tirk” cî girt. Bi vê guherînê ve ji bilî qewmiyetiya Tirk, hemî komên qewmiyetên din tune, hatine piştguhkirin, nedîtin û tunekirin. Bi taybetî ev beşa ku di xala makezagonê ya 88an de cî girtî di bêje: ” Kesên bêy cidahiyên olî û nijadî bi niştimayîyê Tirkiye’yê ve hatîne girêdan, bi awayê hemwelatî ve ew Tirk diêne hesibandin.(…). Bi xala Zagona Hemwelatiyê ve ya hitiye hişyarkirin ku yên bi Tirkbûnî hatîne pejirandin hemî Türk’ün.” Ev xala zagonê, ji bilî Tirkan hemî komên qewmiyetên din yên bi tunebûnî hetine pejirandin. Bi pejirandina Makezagona 1924an ve, Kurd û zimanê Kurdî hate înkarkirin û tunekirin. Kurd bi navê “Tirkên Çiyayî” ve û Kurdî jî wek zaravayekî Tirkî pejirandin û êxistine tedawilê. Heke ku bi awayekî fesîh û beyan bête diyarkirinê em dibînîn ku di Makezagona 1924an de tenê zimanê Tirkî wek zimanê fermî yê hatiye pejirandin û hem jî di Makezagonê de jî bala kêşaye ser hindê ku hemû kes Tirk in. Ji ber ku ji bilî zimanê Tirkî hemî zimanên din bêne înkarkirin û tunehesibandin ev yeke ya boye palpişt û piştekek sereke ji bo tunekirina zimanên ji bilî zimanê Tirkî.

3. Wekî di 3ê Adara 1924an de bi Makezagona Yekîtiya Hindekariyê ve hatiye pejirandin; hemî saziyên perwerdehî û hîndekariyê yên li welat,   bi Wezareta Perwerdehiyê(Wekaleta  Pergalê) ve hatine girêdan û di pişt re jî bi derxistina giştînameyekî ve jî, di 11 Adara 1924an de medrese û xwendegeh hatine girtin. Bi awayekî fermî ve, bi girtina medrese û xwendegehan ve, yên ku  zimanê Kurdî heta dema nihe bi awayekî dewlemendî ragihandiye roja me, rolek gelek girîng û mihîm kirîn, ev yeke ya bûye birîneka mazin ji bo civaka Kurdan, ji ber hindê ev dirbe, diête wateya hindê ku Kurd, hem di qada ziman de hem jî di qada olî de saziyeke xwe ya xwedî nirxên giran windakir. Bi girtina medreseyên Kurdî ve,  encama ku derketiye holê welê hat  ku, êdî medreseyan bi awayekî nepenî û dizîkî ve, hem kar û xebatên xwe yên olî hem jî yên zimanî berdewamkirin.

4. Hate armanckirin ku bi Pilansaziya Reforma Rojhilatê ya ku di 24 Îlona sala 1925an de, ji layê Lijneya Wezîran ve hatiye qebûlkirin û pejirandinê ku xeberdana zimanê Kurdî  diête qedexekirîn û bi riya dibistanan ve jî zimanê Tirkî bi jinên Kurdan ve biête hînkirin bû. Bi vê Plansaziyê ve bi awayekî fesîhî diyardikir ku mebest û armanca wan ew bû da ku zimanê Kurdî ji nava jiyana gelemperî bête rakirin û tunekirin. Ji bo  vê yekê jî biryar hate dayîn ku bi vê rêkê ve axifkerên zimanê Kurdî bêne ceza kirin û zimanê Kurdî bête windakirin.

Ev xalên 14 û 17mîn yên ku di Plansaziya Reforma Rojhilatê de cî digirin: ” (…) Di navendên herêm û navçeyan de; di daîreyên hukûmet û şaredariyan de û di sazî û teşkîlatan de, di dibistanan, di sûk û bazaran de yên ku ji bilî zimanê Tirkî zimanek dî bikartînin; dê bi sûc û cirmên dijayetî û liberxedana ku li hemberî ferwarên xwe yên hukumet û şaredariyê  ve êne cezakirin.” û “Muheqeq pêwîste ku xeberdana Kurdî, ya Kurdên li bakûrê Firatê(…)bête qedexekirin û giringiyê bidene dibistanên keç û qîzan û ji bo ku jinên Kurdan bi Tirkî xeberbidin jî derfet bêne peydakirin.” Ev xalên li jor hatîne nivîsîn , armanca dewletê di danî holê û berbiçav diken ku dewletê divêtin bi awayekî diyarde zimanê Kurdî ji nav qada gelemperî bi tevahî raketin û tunebiketin.

5. Piştî pejirandina Qanûna Yekîtiya Hindekariyê, dewletê bi taybetî di erdnigariya Kurdan de,

ji gundên nêzîk bigire heta gundên herî dûr, di serî de ji bo vekirinên “Mektebên Leylî” (dibistanên şevê), ji kreş û zarokxaneya bigre heta dibistana amedeyî, ku gele cure dibistan bêne vekirin gele hewildan hatine kirin û li dijberiya vê yekê jî hewildan hatine kirin da ku Kurdî ji qada giştî bête bişavtin û ji holê bête rakirin.

Herwiha, ji nîvê duyemîn ê sala 1920an û paş de, Ocaxên Tirkan ên ku di gelek parêzgeh û navçeyên erdnîgariya Kurdan de hatine sazkirin û ji bo ku di wan herêman de zimanê Tirkî biête hînkirin gelek kar û xebat dikirin. Di salên 1930 û 1940an de bi armanca berfirehkirina vê armancê ve gelek çalakî li dar dixisin.

Malên Gel û Odeyên Gel, li herêmên navborî, ji bo ku zimanê Tirkî bi hemû gelê herêmê ve bidene hînkirin gele hewildan pêkanîn. Li herêmên navborî Malên Gel û Odeyên Gel, ji aliyê girseyên mezin ên gelê Tirk ve hatin bikaranîn. Ji bo axaftina Tirkî, hemû lijne û komîsyonên xwe seferber kirin.

Bi sazkirina Malên Gel ve, bi “Pêşbirkên Axaftina Tirkî ya xweşik” ve, xwendekar teşwîq dikirin ku fêrî Tirkî bibin. Ji bo vê yekê jî bihayek pir giran dida serkeftiyên pêşbirkan, wekî diyariyên ga û dravan.

Dîsa di salên 1930 û 1940an de di serî de, bi Enstîtuya Keça Elezîzê ve û Enstîtûyên Keçan  ên li herêmê, li cihê  “Tirkîya Çiyayî”,  “Tirkîya Dewletê” bi wan di dane hînkirin û ew di ber “Tirkîbûn” ê re dibirin.

 Em dişêyn bêjin ku Enstîtuya Gundan, ên ku di sala 1940an de hatibûn vekirin, li gel karê bi pêşxistina aborî û perwerdehiyê ve, îdeolojiya Kemalîst jî ji bo hevgirtin û çêkirinê jî gele hewildan kirin.

Ya herî girînktir jî ew bû ku Enstîtuyên Gundan, ên li erdnîgariya Kurdan ew bû yên ku “xwe bi temamî Tirk nehesibînin”, “bi wan bidene qebûl kirin ku ew Tirkin” û “Tirkiyetî layiqî Tirkbûnê ye”, “Hişmendiya Tirkbûnê bidene zanîn û Tirkîbûn bête bilindkirin.” Ev mîsyona wê ya wiha giran hebû. Bêguman, yekem gava Tirkkirina herêmê ew e bû ku Tirkî fêrî gelê herêmê bite kirin û belavbûna Tirkî li herêmê bête qahîm kirin.

Xuyaye ku armanca wan dibistan û Enstîtûyên Gundan ên ku li erdnîgariya Kurdan hatine vekirin ew bû ku zimanê Tirkî bi gelê herêmê ve bidene hînkirin.

6. Ji bo rakirin û tunekirina zimanên ji bilî Tirkî û belavkirina Tirkî, yek ji rêkên wan jî ew bû ku Qanûna Paşnav û bicihkirin û koçberkirina bi darê zorê bû. Di xala sêyemîn a Qanûna Paşnav, jimara 2525an de ku di sala 1934an de ya hatiye pejirandin, bikaranîna “navên rêz û memûr, eşîret û nijadên biyanî û neteweyan” ji bo bikaranîna paşnaviyê hatine qedexekirin.

Bi vê xalê ve, ya hewilday ku welatiyên Kurd neşênê paşnavên Kurdî bikarbînin. Ji xeynî Qanûna Paşnavan, Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Şukrî Kaya, ji bo Qanûna Paşnav û bicihkirin û koçberkirina bi darê zorê ya ku 14ê Xizîrana 1934an derketî û hatiye pejirandin de wiha dibêje: “Axiftina bi yek zimanî, yek hizirîn, afirandina xwedî xudanê welatekî heman hestan” e.

Bi vê qanûnê ve ji aliyekê ve nifûsa Tirk li herêmên ku Kurd lê dijîn zêde bicihkirin û ji aliyê din ve jî Kurdên ku li Herêma Rojhilatê dijîn li Herêmên Rojava yên ku Tirk lê dijîn niştecih kirin. Armanca vê jî bişavtin û asîmîlekirina Kurdan bû.

Piştî Qanûna Niştecihkirinê, bi rêbaz û pêkanînên ku hatîne kirin û emelkirî ve hat hewildan ku zimanê Kurdî bi tevahî ji qada giştî bête rakirin.

Dîrokê di vî warî de ya qeydkirî ka çi hewldanên mezin yên ji bo vê yekê hatîne kirin.

Di dawiyê de, Pişkîneriyê Giştî yên herêma xwe, hewildan “Yên ku ji bilî Tirkî bi zimanên din diaxivin” ji ber binpêkirina Zagona Niştecihkirinê û Zagona Kargeriya Herêman ew dihatin cezakirin. Ev yeke jî rêkeka belavkirin û hinkirina Tirkî bû.

7. Di 13ê Çilê 1928an de qampanya ku ji hêla Komeleya Xwendekarên Fakulteya Dadiya Darulfunûn ê ve hatiye destpêkirin ya ku bi silogana  “Welatî, bi Tirkî biaxive!” ve hatiye destpêkirin jî ji bo tepisandina zimanê Kurdî karekî bingehîn û giring kiribû. Bi vê qampanyayê ve hem gelên ku nemisilman hem jî gelên misilman yên ku zimanê wan ne Tirkî be ji wan re bi darê zorê Tirkî dida hînkirin.

8. Di “Barnameya Tirkbûnê” ya ku di sala 1928an de hatibû qebûlkirin de, ” gundên ku bi zaravayên biyanî diaxivin” heta ku digeheje “dora gundên Tirkan” yên biçûk jî de diêne belavkirin.(benda 3) û ji bo belavkirina Tirkî “bi taybetî di nav jinan de” dê kar û xebat êne kirin, “zewaca keçên Tirk, ji bo gundiyên ku Tirkî naaxivin re dê ête teşwîqkirin.”

“Jinkên gundiyên ku bi Tirkî nizanin, jiyana bajariyê dê li ber dilê wan ête xweşkirin û ew dê ji gundan êne koçkir in û li malên Tirkan dê bine xidam û di kar û xebatên guncav de şolken” ev xalên ku me li jor nivîsîn hemî jî diyar û ispat diken ku dewlet neşêtin tehemila axiftînerên Kurdî jî biketin.

9. Li gorî polîtîkayên Tirkîbûyînê, qedexekirina weşan û çapkirina bi zimanên cuda jî gelek caran di rojevê de ye û bi taybetî dema ku behsa Kurdî tê kirin, em dibînîn ku bi tundî rastî qedexeyên li ser zimanê Kurdî di derkevine pêşberî me.

Divê bê gotin ku qedexekirinên û zilm û zordariyên li ser Kurdan û zimanê Kurdî, bi taybetî piştî qiyama Şêx Seîd a di sala 1925an de û piştî pejirandina Zagona Çapemeniya sala 1931 û 1881an gelek zêde bû û berdewamkir. Em dibînîn ku di derbarê mijarên navborî de, li ser sedemên qedexekirina karên ku hatîne qedexekirin, diyar dibe ku bi taybetî hemû qedexe yên li ser xebatên wekî “nivîsên bi peyvên zirardar”, “kirina propagandaya Kurdîtiyê” û “nivîsên ku li dijî Tirkiyê di xwe de dihewînin” ve hatîne kirin.

Qedexeyên li ser zimanên ku ji bilî Tirkî, mînak û nîqaşên li ser qedexeyên weşan û çapkirinan jî yên hatîne kirin. Di biryarnameyên Serokomariyê de, di Zabitên TBMM de, di Biryarên Meclisa Şaredariyê de, di protokolên kongreya Ocaxên(Ode)Tirkan de, di îcazetnameyên xebatên Malên Gel de û di ya herî dawi de jî, di Zagona Çapemeniyê ya 1931an de diête rasthatin, pêkan e.

10. Yek ji mijarên ku di polîtîka û rêbazên ziman ên li Tirkiya Kemalîst de cihek girîng digire jî ew e ku Tirkkirina navên cihan e. Di vê çarçoveyê de em dibînin ku di salên Komarê yên pêşîn de gelek navên cihan bi biryarên kargeriyê ve yên hatine wergerandin ji layê Tirkî ve û kirîne Tirkî. Lîsteyek jî ew e ya ku di sala 1928an de ji bo navên bajar û gundên Rojavayê Ege’yê û li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê bêne Tirkandinê, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ya hatiye weşandin.

Bi vê lîsteyê ve gelek navên gundên berê yên Yewnanî, Ermenî û Kurdî yên vergerandîn û Tirkandîn. Paşê di dema yek partiyê de navên gelek gund û bajaran hatin guhertin. Di vê çarçoveyê de di Qanûna Bajaran de, a ku di sala 1936an de hatiye qebûlkirin de, hat destnîşankirin û tefîlkirin ku navên cihên ku di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de ne, bi ber Tirkîyetiyê ve bêne guhertin. Di sala 1940î de bi giştînameya bi jimara 8589an ve, ya ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve hatiye dayîn, guherandina navên cihan ên biyanî yan jî bi navên eslî û bingehîn ve bi ber navên Tirkî ve bêne guherîn, fermî bû. Piştî vê tarîxê û vir ve, bi hezaran navên cihan ên ne Tirkî yên li Anatolyayê hatine wergerandin bi ber Tirkî ve. Bi taybetî li herêmên Rojhilat, Başûrê rojhilat û Herêma Behra Reş gele navên cihan ên Kurdî, Erebî, Yûnanî, Lazî, Ermenî û zimanên din hene, navê van cihan hemî hatin guhertin û Tirkkirin. Bi Qanûna Îdareya Parêzgehê ya bi hejmara 5442 ku di 10ê Xizîrana 1949an de hatiyr qebûlkirin ku mafê biryardana “avakirin û binavkirina parêzgeh û navçeyan” dê ji layê Wezareta Karên Hundir ve êne dayîn. Li gorî vê qanûnê gelek navên cih û wargehan bi Kurdî û ji bilî Tirkî, hemî bi ber zimanên Tirkî ve hatin guhertin. Bêguman pêngava herî berfireh a di warê Tirkkirina navan de di serdema Partiya Demokratîk de hate avêtin. Ji nîvê duyemîn ê salên 1950’î û vir ve karê Tirkbûyînkirinê êdî wekî “polîtîkaya dewletê” ya ku di ser hemî hêzên siyasî re hate qebûlkirin. Di sala 1957an de bi biryarnameya Lijneya Wezîran ve bi navê  “Lijneya Bispor a Guhertina Navan” ve hate avakirin û bi taybetî piştî derbeyên leşkerî yên 1960 û 1980yî bi hezaran navên cihan ên ku navên wan “ne Tirk” ve hatin guhertin. Piştî derbeya 1960î bi taybetî navên cihan ên Yewnanî û Ermenî li Rojavayê Anatolyayê hatin guhertin û piştî sala 1980an jî navên cihan ên Kurdî, Ermenî, Erebî û Suryanî yên erdnîgariya Kurdan hatin wergerandin bi ber Tirkbûyînkirinê ve.

11. Komara Tirkiyê ya  yekpartî; perwerdehiya mecburî, çapemenî, Ocaxên Tirkan, Dibistanên Neteweyî, Malêngel, Odeyêngel,  Enstîtuyên Keçan, Enstîtuyên Gundan, Mufetîşên Giştî, bicihkirina mecbûrî û hwd. Bi taybetî gelek saziyan jî bo vê yekê ve kar û xebat dikirin, bi gelek sazî, rêxistin û pêkanînên xwe ve jî. Ji bilî vê, divê bête gotin ku ji bo belavkirina zimanê Tirkî, pêkanîn û bikaranînên pir bingehîn û radîkal hatine kirin, wekî qebûlnekirina kesên ku ji bilî Tirkî bi zimanên din diaxivin, cezayê pere û hepsê li wan hate birîn û zimanên din yên biyanî bi giştî ji qada giştî raken. Di encama vê siyasetê de Komara Kemalîst di dema desthilatdariya xwe ya yekpartî de polîtîkayeke gelek giran, dijwar û tundî bikaranî û qedexekirina hemî tiştên di yên ku ji bilî zimanê Tirkî hatîne nivîsandin hatîne çapkirin, meşand. Di heyama navborî de gelek pirtûk û kovarên ku li Tirkiyeyê bi Kurdî, Yûnanî, Ermenî û zimanên din ve hatîne weşandin, hatin qedexekirin. Divê bête gotin ku ev hemû kar û xwebatên ji bo belavbûna zimanê Tirkî hatîne kirn, ji bo ku zimanê Kurdî ji hemû qadên jiyana giştî bête rakirin û tunekirinê yêt hatîne li darxistin.

12.  Di serdema Partiya Demokratîk a ku piştî çarêkek sedsala desthilatdariya CHPê hat ser desthilatdariyê, her çendî di polîtîkayên li hemberî Kurdan de nermahiyeke bicûk çêbibe jî, polîtîkayên asîmîlasyon û bişavtinê yên li ser Kurdan bê navber berdewamkirin, lê bi awayekî hêdî hêdî. Tevahiya makezagon, qanûn û qanûnên di serdema DPê de di meriyetê de bûn, li ser înkarkirina Kurdî bûn û di tu qadên jiyanê de bi taybetî di perwerde û weşana Kurdî de cih negirt. Mînaka herî baş jî bo vê yekê ew e ku bi dehan biryarên Encumena Wezîran e ku, belge û nivîsên ku ji derveyî Tirkiyê bi Kurdî hatine nivîsandin û ji bo Tirkiyê hatîne şandinê, ji bo ku ew ne Levine nava Tirkiyê hemî hatîne qedexekirn. Her wiha bûyera ku helbesta kurdî ya bi navê “Qimil” a ku Mûsa Anter di 31.08.1959an de di rojnameya Îlerî Yurt (Welatê Pêşketî) ya ku li Diyarbekirê derdiket de hat weşandin, rastî helwesteka tund û dijwar a hukûmeta Enqereyê hat û ev mijar hat dadgehkirin. Ev bûyer û biryare nêzîkbûyîna dewletê ya ji bo Kurdî, bi awayekî diyarde derdixe holê.

13. Piştî darbeya 27ê Gulana 1960an, zext û zordariyên li ser Kurdan her ku diçû zêde dibûn. Di derbarê vê mijarê de Serokomar Cemal Gürsel amaje bi wê yekê kir û got ku: “Tiştekî bi navê gelê Kurd tune ye û kesê ku dibêje ez Kurd im divê hûn hemî  tifbikene navçavên wî.” Gursel bi vê gitina xwe ya xeddar ve tiliya tetîkê çekê kêşa û  agirê zext û zordariyê li ser Kurdan û zimanê Kurdî zêdekir. Di sala 1961an de bi piştgiriya dewletê ve, Enstîtuya Lêkolînê ya Çanda Tirk hate avakirin û di kovar û pirtûkên ku ji aliyê vê enstîtuyê ve hatin weşandin de, tê gotin ku neteweya Kurd tune ye û Kurdî jî yek ji zaravayên Tirkîye û hewl hat dayîn ku ev gotine bên belavkirin. Ev gotuna he ya li jor hatiye gotin heta salên 2000an jî bandora xwe domand û bi hemî lewnan zimanê Kurdî hate qedexekirin û tepeserkirin.

Ev nêrîna xeddar, her çenda ku heta salên 2000an bi dengekî bilind berdewam kiribe jî, viyabît neête ji birkirin û pêwîste muheqeq bête dîtin ku ev dijberî û tunekirina bi awayekî dijwar li ser Gelê Kurd û zimanê Kurdî bi salên hatiye domandinê, di salên 2000 û vir de ji ber polîtîkayên reformiyên dewletê, hêdî hêdî sivik û lewaz bûn.

14. Piştî derbeya 27ê Gulana 1960ê, di rapora bi sernavê Prensîbên Bernameya Pêşketinê ya ku ji aliyê Dewleta li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê ve tê tetbîqkirin, ya ku Komîteya Yekîtiya Neteweyî ji Rêxistina Plansaziya Dewletê ve hatiye amadekirin û ji aliyê Lijneya Wezîran ve hat qebûlkirin. Di sala 1961an de li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku piranî Kurd lê dijîn de zimanê Tirkî hat bikaranîn. Hat gotin ku ji bo belavkirina çand û kulturê divê dibistanên şevînî yên ku “bibe navendeke şaristaniyê” bên avakirin. Li ser vê pêşnûmeyê biryar hat dayîn ku bi Qanûna Perwerdehiya Seretayî û Perwerdehiyê ya bi hejmara 222an ku di 5ê Çileya 1961an de ji aliyê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin û Dibistanên Herêmî (YÎBO) bên vekirin û di heman demê de yekemîn dibistanên konseyê yên herêmê hatin vekirin. Di sala 1962an de, yek ji armanca Dibistanên Herêmî yên di Rêziknameya Dibistanên Herêmê de, ku li ser heman qanûnê hatiye amadekirin, “alîkarîkirina xebatên belavkirina ziman û çanda Tirkî li hin gundan” bû. Ji ber vê mebestê li erdnîgariya Kurdan bi piranî dibistanên şevînî yên herêmê hatin vekirin û tevî çend guhertinên navan, dibistanên şevînî heta îro li herêmê xebatên xwe yên asîmîlasyonê berdewam kirin.

15. Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP), Partiya Ketkarên Tirkiyeyê (TEP), Partiya Komûnîst a Yekbûyî ya Tirkiyeyê (TBKP) û Partiya Sosyalîst (SP) yên ku di navbera salên 1970-1992’an de vebûn û dest bi kar û xebatên xwe kirine, ji ber ku “hebûna” zimanê Kurdan û nirxên wan hatine naskirin, dewletê ev parti û hizb hemî bi hinceta parçekirina yekitiya dewletê ya ku “welatê dewletê û bi yekîtiya gelê xwe ve   nayê parçekirinê û ji ber ku yekitiya wê perçedikirin”, “bi îdiaya ku li welatî kêmnetewe hene, bi avakirina hindikahiyan armanc dikin ku yekitiya netewî têk bibin” û bi hinceta ku “Partî li ser esasê herêmî û neteweyî ve ava kirin” hate girtin.”

16. Bi xala 16an ya di Zagona Hejmarê de, bi hejmara 1587an ve ku di 5ê Gulana 1972an de hatiye derxistin, “navên ku ne li gorî çand, rêgezên exlaqî, urf û edetên me yên netewî ne, an jî xelkê aciz dikin, nayên binavkirin” ve ji bo ku navên Kurdî li zarokên Kurdan bêne kirin, hate qedexekirin.

17. Di Destûra Bingehîn a sala 1982an de ku piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an hatibû qebûlkirin, bi xala “Zimanê (dewletê) Tirkî ye”  ve, yekem car bû ku qedexeya zimanê zikmakî kete makeqanûnê. Xalên Destûra Bingehîn ên wekî “ew zimanên ku bi qanûnê ve hatîne qedexekirin, tu kes nikare bi wan zimanan ve xwe îfade bike û bi wan zimanan ve weşandina ramanan biken”, “(…) di saziyên perwerde û hîndekariyê de tu kes neşêtin ji bilî Tirkî tu zimanên dî wekî zimanê dayikê bi hemwelatiyên Tirkiyê ve bide xwendin û hînkirin” û “ Hemî kesên ku bi girêbesta welatîbûnê ve girêdayî dewleta Tirk in, ew Tirk diêne hesibandin.” Dewletê bi van xalan ve hem Kurdbûn û hem jî Kurdayetî û zimanê Kurdî înkar kir. Bi gotineke din a fesîhtir ve em dişêyn bêjîn ku ev xalên li jor hatîne nivîsîn, qet destûrê nadene hînbûna zimanê Kurdî.

18. Zagona nifûsê, partiyên siyasî, hilbijartin û komeleyan ya ku piştî Makezagona Bingehîn ya di 1982an de hatibû qebûlkirin jî, zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de qedexe dikir. Di vê çarçoveyê de ev mafe hatibû danê: “Navê zarokî, dayik û bavên zarokî bi xwe lêdiken. Lê belê divê ew nav jî li gorî çanda me bin. (…) Heke lê nayên kirin (…)”, “(…) Namzetên namzetiyê, nikarin ji bilî Tirkî tu zimanên din û nivîsên din bikarbînin”, “[Partiyên siyasî di xebatên xwe de ]nikarin zimanekî ji bilî Tirkî  bikarbînin.”, “(…) di propegendeya hilbijartinan de qedexe ye ku ji bilî zimanê Tirkî, bi zimanekî dî û nivîsekî dî xebat bêne kirin.” û “[…) bi niyet, armanc û îddîakirina ku cudahiya zimanan û bi hebûna kêmnetewe yan ve, li ser cudahiyên ziman an jî afirandina hindikahiyekî (…) parastin, pêşvebirin û belavkirina ziman û çandên ku ji ziman û çanda Tirkî cuda ne xeberbidin, qedexeye. Ji bo xebatên ku di vî warî de bêne kirin, avakirina komeleyan qedexe ye.” Bi taybetî jî xala “Rêvekirin, belavkirin û weşandina ramanan bi zimanekî din ji bilî zimanê fermî yê yekemîn ê dewletê, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye naskirin, hemî zimanên din qedexe ne” û “Zimanê dayikê yê welatiyên Tirkiyeyê Tirkî ye” Bi van xalan ve dewlet dixaze zimanê Kurdî li Tirkiyê, di jiyana taybet de û di hemî qadên jiyanê de jî qedexe biketin.

Bi taybetî Zagona bi jimareya 2932an ve zimanê Tirkî, yê li hemî welatiyên Tirkiyê, wekî zimanê dayikê yê hatiye îlankirin. Bi vê mebestê ve jî çalakiyên têkildariya ku bikaranîna zimanekî din wekî zimanê dayikê qedexe kirin û ji bilî Tirkî qeyd, kaset û materyalên dengî-dîmenî yên bi zimanekî din hemî hatine qedexe kirin. Li gel ku di sala 1991an de Zagona jimareya 2932 hat betalkirin jî, lê dîsa jî li gorî Makezagona Bingehîn, hêj nihe jî zimanê fermî tenê zimanê Tirkîye û hêj nihe jî di warê perwerdê de, di xebatên çapemeniyê de, di jiyana siyasî de bikaranîna zimanên ji bilî Tirkî, bi taybetî jî ji bo ku zimanê Kurdî neête bikaranînê gelek astengî yêt hatîne çêkirin.

19. Ji salên 1990î heta salên 2010an gelek partiyên Kurd, bi bihaneyên ku  “yekparçebûna dewletê ya ku bi welat û neteweya xwe ve yekparçe ye, parçe dikin” û “bi îdiaya ku li welat kêmnetewe hene, bi çêkirina hindikahiyan ve armanc dikin ku yekîtiya netewî têk bibin” û “Avakirina partiyê ku li ser esasê herêm û nijadê” û “ ji bilî zimanê Tirkî propegendeya siyasî kirin” bi van hêcetan ve gele partî hatine girtin.

20. Di navbera salên 1980 û 2010an de ji bilî partiyên Kurdî gelek rojname, kovar, pirtûk, qaset, tomarî, CD, TV, radyo û malperên înternetê hatin girtin/qedexekirin. Herwiha hejmareke zêde ya kesên ku berhemên li jor hatîne nivîsîn, çêdikin, pêşkêş dikin û belav dikin jî hatin cezakirin û girtin.

21. Di navbera 2001-2009an de di çarçoveya paketên lihevhatina Yekîtiya Ewropayê de bi gelek reformên ku hatîne kirin, hin astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî hatin rakirin û ji bo bikaranîna Kurdî di perwerde, siyaset, çapemenî û jiyana rojane de di sala 2002an de Rewşa Awarte rakirin, di 2004an de Ewlekariya Dewletê di sala 2012an de girtina dadgeh û dezgehên taybet ên Tirk, xastin ku çanda xwe bi awayekî nisbî bı nefes bêxîtin, ji bo vê yekê gelek qedexe û astengiyên li pêşiya destûr an jî yasayên ziman û çanda Kurdî gav bi gav hatine rakirin.

a) Xala Mekezagonê ya dibêje: “(…) kes nikare zimanê bi qanûnê hatiye qedexekirinê bi kar bîne.” Hate rakirin.(2001)

b.Xala Mekezagonê ya dibêje: “… îddîa bikin ku hindikahî hene yan jî ji ziman û çanda Tirkî cuda ne

mafê avakirina komeleyan bi armanca parastin, pêşvebirin an belavkirina ziman û çandan” jî hate rakirin.(2002)

c.Bi vê xala Mekezagonê ve  “Weşana bi zimanê dayikê” û “Hemwelatiyên Tirkiyê li gor kevneşopiyên xwe, di jiyana rojane de, dikarin ziman û zaravayên herêmî ji bo waşanan bi karbînin.” destûr hate dayîn. (2002) Lê belê ji ber astengiyên qanûnî û burokratîk qedexeya li ser “weşana bi zimanê zikmakî” heta 4004an hate domandin, piştî 2004an ev destûr hate bikaranîn. Bi guherîna qanûnê, ya herî dawî ya ku di sala 2004an de hatiye guhertin, di Xizîrana 2004an de, ji bo ku rojê 35 deqîqe weşan bête kirin, destûr hate danê.  Destûra ji bo ku weşana rojê 24 saetan bête kirin, di Çilê 2009an de, ku di TRT6(Kurdi) de bête kirin destûr hate dayîn.

d. Her çenda ku  “…bi ziman û zaravayên herêmî…” ve destûra vekirina qursên taybet hatibîte danê jî, (2002) ji ber sedemên huqûqî û burokratîk, demeke dirêj dersdana zimanê Kurdî hate astengkirin. Ji bo rakirina hemû astengiyan, hikûmetê guhertinên pêwîst kirin û di encamê de yekemîn qursa taybet a zimanê Kurdî di sala 2003an de li Êlihê hate vekirin. Di zanîngehan de, 10 hezar û 538 kesî ji bo hilbijarina dersa zimanê Kurdî û hînbûna zimanê Kurdî li zanîngehan 10.538 xwendevanan îmze dan. Lê belê ji van xwendekaran 3 hezar û 621 kes hatin binçavkirin, hinek ji wan jî li Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) hatin binçavkirin. Ew hatin dadkirin û li wan 15 kesan jî heta 3 sala cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di dawiyê de kursa herî dawî jî ji bê xwendevanîtiyê, di Tebaxa 2005an de,  hate girtin.

e. Her çenda ku “qedexeya navlêkirina navên Kurdî” bi guhertina di sala 2003an de hatibe rakirin jî, çend daîreyên qeydên sivîl/memûr hewil dikirin ku nehêlin Kurd, navên Kurdî li ser nasnameyên xwe binivîsin.

Li gel hemî hewildanên pêvajoyên demokratîk yên ku ji hêla hukumetê ve li gorî zagonên li hevhatinên Yekîtiya Avropî di hatine meşandin jî, bîroqrasiyê demeke dirêj ji bo parastina nîzama otorîter û ya ku hemî tiş qedexedikirin hewil didan. Ji ber vê yekê ew reformên ku di nabeyna salên 2001-2009an de di hatin meşandin jî neşiyan zilm û zordariya ku bu tundî li ser ziman û çanda Kurdî dihate kirin raken. Xuya ye li gel hemî reforman jî kar û xebatên li ser ziman û çanda Kurdî hatine tepeserkirin û qedexekirin.

Wek mînak, di çarçoveya vê hevoka li jor de, 3 zarokên Koroya Zarokan a Şaredariya Sûrê ya Amedê ku li DYEyê bi 8 zimanan stran di gotin, ew ji layê DYE ve hatibûne vexwendin. Dewletê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê ya hatiye kirin” û bi hinceta ku straneke Kurdî ya gotî, 5 sal doz li wan hate vekirin û 10 meh ceza dane mamosteyê koroyê. Bingehê hinceta doz lêvekirinê jî Sirûda bi navê “Ey Raqîp” ya ku di sala 1940’î de hatiye nivîsandin bû. Di van salên navborî de “bi diya xwe re di girtîgehê de bi Kurdî axivî”, li kolanê bi telefona destan bi Kurdî axivî”, “navê parkê ya binavê guleka Kurdî ve hatiye nivîsîn”, “peyama cejnê ya bi qartek Kurdî şandî”, “di dema axiftina hilbijartinê de, jî bo ku avê vexetin li paş xwe ve zivirî û av xast”, “bikaranîna tîpên q, w, x ê” “bi nivîsandina li ser kêlikên gora zarên xwe ‘ji bo riha şehîdan El-Fatîhe” bi Kurdî nivîsînû hwd. û bi gelek bûyerên wek van ve gele kes hatine bi dadgekkirin.

Her wiha Şaredarê Sûrê yê Amedê Abdullah Demirbaş ji ber ku bi 5 zimanan (Tirkî, Kurdî, Ermenî, Suryanî, Îngilîzî, Rusî) broşurên tûrîzmê weşandin, ji aliyê Şûraya Dewletê ve ji wezîfeyê hate havêtin.

22. Xuyakirina Kurdî ya ku di qada çapemenî de, akademî û dibistanan de, di jiyana rojane û hemû qadên din ên giştî de encax bi reformên demokratîkbûnê yên hatîne kirin, di navbera salên 2009-2015an de pêk hat. Yanî “Projeya Yekîtiya Neteweyî û Biratiyê” ya ku di Tîrmeha 2009an de ket tedawilê û “Pêvajoya Çareseriyê/Aştiyê” ya ku di sala 2013an de dest pê kirî, tê wateya rakirina astengiyên gelekî giran ên li pêşiya ziman û çanda Kurdî.

Di vê çarçoveyê de:

Di encama guhertinên ku di derbarê hînbûn, pêşxistin û weşanên ziman û zaravayên cuda de hatin kirin, televîzyona Kurdî ku 24 saetan bi temamî bı zimanê Kurdî weşan dikir, ya bi navê TRT 6 (Şeş-Kurdî)ê, di 01.01.2009an de dest bi weşana xwe kir. Di Adara 2009an de destûra xandina Mewlûda Kurdî dest pê kir û di Sibata 2011an de jî destûra xandina xutbeya bi zimanê Kurdî hat danê. Di sala 2012an de malpera nûçeyan bi Kurdî ya bi navê www.trtxeber.com hat vekirin. Di 1ê Îlona 2013an de li ser malpera nûçeyan a fermî ya Ajenta  Anadoliya Tirkiyeyê(AA) weşana Kurdî hate dest pê kirin. Servîsa Kurdî ya Nûçeyan bi wêne û vîdyoyên bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî di bin sernavên siyaset, aborî, werzîş, tûrîzm, jiyan, çand û hunerê de agahî û nûçe hatin ragihandin û geşedanên li Tirkiyê û cîhanê jî bo pêşkêşîya medyaya herêmê bi zimanê Kurdî hatine ragihandin.

 Piştî “Projeya Yekîtiya Neteweyî û Biratiyê” ku di sala 2009an de hate destpêkirin, Navenda Banga Walîtiya Amedê dest bi xizmetên zimanê Kurdî kir. Du dadgehên cuda li Rihayê, parastin bi zimanê Kurdî qebûl kir. Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş di civîna koma TBMM’ê de bi zimanê Kurdî axivî. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di der barê tabelayên pirzimanî de biryar da ku “cihê dozgeriyê nîne”. Şaredariya Sûrê ya Amedê ji bo ku malbat, her şev çîrokekê bixwînin 365 çîrokên bi zimanê Kurdî çap kirin.

 Di sala 2009an de li dewleta Tirkiyê, bi navê Enstîtuya Zimanên Zindî, di nava saziya Zanîngeha Mêrdîn Artûklûyê de enstîtû hate vekirin. Di sala 2010an de, di beşa Ziman û Çanda Kurdî de ku di bin banê enstîtuya navborî de hatibû avakirin, tez û bernameyên mastirê yên hatin vekirin. Di pişt re jî, di çarçoveya Enstîtuya Zimanên Zindî ya li Tirkiyeyê û Enstîtuya Zanistên Civakî ya girêdayî Zanîngehên Dîcle, Çewlik, Wan Yuzuncû Yil û di zanîngaha Sêrtê de bi navê Ziman û Çanda Kurdî û Zimanê Kurdî bernameyên perwerdeya master û doktorayê jî hatin vekirin. Edebiyat û Ziman; Edebiyata Zazakî li Zaningeha Çewlikê, Muş Alparslan û Dîcleyê perwerdeya doktorayê di beşên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Edebiyata Zazakî de jî hate dayîn. Di van dîsîplînên sereke yên navborî de gelek tezên Kurmancî û Zazakî hatine nivîsandin. Di Tebaxa 2021an de bi guhertina rêziknameyê ve astengiya nivîsandina tezên bi Kurdî yên Zanîngeha Dîcleyê hatin rakirin.

Di sala 2010an de di nav Fakulteya Edebiyat û Huner û Zanistê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê û Zanîngeha Muş Alparslanê de Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya ku perwerdeya lîsansê didetin hate vekirin. Di sala 2012an de di çarçoveya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Munzurê de Beşa Ziman û Wêjeya Zazakî hate avakirin. Di heman salê de beşa Ziman û Edebiyata Kurdî di bin beşa Ziman û Edebiyata Rojhilat a Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê de hat vekirin. Di sala 2013an de di bin banê Beşa Ziman û Wêjeya Rojhilat a Fakulteya Zanist û Hunerê ya Zanîngeha Çewlikê de bernameya Ziman û Wêjeya Kurdî û Ziman û Edebiyata Zazakî hate vekirin. Di heman salê de beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya li Zanîngeha Êlihê di bin banê Beşa Ziman û Edebiyata Rojhilat de di çarçoveya Fakulteya Zanist û Hunerê de hat vekirin. Ji xeynî zanîngehên Dîcle û Êlihê, li zanîngehên din ên navborî beşên Ziman û Wêjeya Kurdî û Ziman û Edebiyata Zazakî hem nihe jî bi awayekî aktîf perwerdeyê didomînin.

Ji sala 2021an pê ve li Zanîngeha Dîcleyê û ya Êlihê perwerdeya bi zimanê Kurdî ya di asta lîsansê de hate rakirin.

Bi guhertina ku di Bernameya Dersa Heftane ya Saziyên Perwerdehiya Seretayî ya sala 2012an de hat kirin, ku di her heftê de dersa Ziman û Zaravayên Zindî bi du saetan di nav dersên hilbijartî de cih girt.

Bi vê guherînê re, li Tirkiyeyê cara ewil di sala perwerdehiyê ya 2012-2013an de xwendekar bi awayekî bijarte fêrî zimanê dayikê bûn.

Di çarçoveya vê guherînê de xwendekarên Kurd di perwerdeya seretayî de dest bi dersên Kurmancî û Zazakî kirin. Dema ku di salên ewil de bi deh hezaran xwendekarên Kurd dersên Kurmancî û Zazakî hilbijartin, piştî ku pêvajoya çareseriyê di sala 2015an de bi dawî bû, ji ber rewşa siyasî ya li welêt hejmara xwendekarên ku ev derse hilbijartîn bi lez û bez kêm bûn. Di vê yekê de atmosfera siyasî ya li dijî Kurd û Kurdistanîbûnê, astengiyên burokratîk ên li Midûriyeta Perwerdehiya Netewî û dibistanan, kêmasiya tayînkirina mamosteyên Kurdî û dilgiraniya xwendekar û dê û bavan ji bo pêşerojê bandorek  zêde mazin kir.

Di sala 2010an de bi guhertina Qanûna Hilbijartinê de, cezayê bikaranîna zimanekî ji bilî Tirkî di hilbijartinan de hat rakirin. Bi zagona jimareya 6529 a der barê guhertinên di zagonên curbecur ên ji bo teşwîqkirina maf û azadiyan de ku di 13’ê Adara 2014an de ket meriyetê, her cure propagandaya ku jî bilî zimanê Tirkî, ji aliyê partiyên siyasî û namzetan ve naête kirin. Bi vê guhertinê re astengiya ku rê li ber partî û namzetan digirt ku propagandaya bi zimanê Kurdî bikin hat rakirin.

Di çarçoveya reformên demokratîkbûnê yên piştî sala 2010an de, Midûriyeta Giştî ya Pirtûkxane û Weşanên Wezareta Çand û Tûrîzmê di sala 2010an de berhema helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî ya bi navê “Mem û Zîn” û Dîvana “Melayê Cîzîrî ” di sala 2010an de hate çap kirin. Di sala 2012, di sala 2014, di sala 2015an de “Dîvan” a Feqîyê Teyran, di sala 2015an de “Mewluda Nebî” ya Molla Huseyîn Bateyî û di sala 2019an de “Dîwan” a Pertew Begê Hekkarî bi kurdî-tirkî hate çap kirine. Berhemên Kurdî yên ku wezaretê çap dikin, piştî werger, latînîkirin, rexne, nirxandin û rastnivîsandinê hatin çapkirin. Ji xeynî vê Saziya Zimanê Tirkî di sala 2014an de bi navê “Ferhenga Kurdî-Tirkî & Tirkî-Kurdî ” ferhengeke duzimanî ji Kurdî ber bi Tirkî û ji Tirkî ber bi Kurdî hate wergerandin û salek şûnde jî di sala 2015an de Midûriyeta Giştî ya Diyanetê eve çap kirin. Karûbar, Weşanên Olî, bi navê “Qurana Piroz” wergerek bi Kurdî çap kir.

Lijneya Piştgiriya Sînemayê ya Wezareta Çand û Tûrîzmê piştgiriya madî da fîlmên bi navê Strana Dayikê û Îki Dil Bir Çêlika ku Kurdî tê de zêde tê bikaranîn. Her wiha Midûriyeta Giştî ya Şanoyên Dewletê ji sala 2013an û vir ve di nava wêjeya Kurdî de cihekî girîng digire. Dest bi sehneya berhemên xwe bi Kurdî kir. Di sala 2012an de bi xebata hevpar a TRT û Walîtiya Amedê albûmek bi Kurdî hate amadekirin. Albûma ku bi Kurdî bi navê “İl İl Türkümüş Diyarbakır-2” hatiye amadekirin, nozdeh kilam/strans ji aliyê dengbêjên navdar ên Kurd Mihemed Arif Cizrawî, Ayşe Şan, Hesen Cizrawî û Aram Tîgran ve hatine gotin. Di albûmê de strana ‘Ey Bilbilê Dilşad-Ey Mesut Bulbul’ jî heye, helbesta helbestvanê Kurd ê sûrî Seydayê Tirej, ku hunermendê Kurd Şivan Perwer, ku hîn li Ewropayê dijî, hatiye çêkirin strant.

Di albûma GNAT’ê de ku ji aliyê GNAT’ê ve di sala 2011an de ji bo danasîna parlamenterên Serdema 24an hate amadekirin, cara yekem Kurdî [kurmancî û zazakî] jî di nav zimanên ku ji aliyê parlamenteran ve tên axaftin de cih girt.

Bi reformên demokratîkbûnê yên ku di “Pêvajoya Çareseriyê de” hatin kirin, li Tirkiyeyê cara yekem ji bo ku ji xizmetên giştî sûd werbigirin, wergêrên Kurdî li hin saziyên dewletê hatin xebitandin. Her wiha personelên Kurd di navendên bangewaziyê yên ku ji aliyê hin walîtiyan ve hatîne avakirin de ji bo ku qalîteya xizmetguzariya saziyên giştî bi pêş bixin de, hatin xebitandin.

Bi guhertina di madeyên têkildar ên “Rêziknameya Perwerdehiya Seretayî ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî” ya di 21ê Tîrmeha 2012 û 8ê Cotmeha 2013an de hat kirin, di dibistanên seretayî û navîn de sepana xwendina sondê hat betalkirin.

Bi guherîna ku di qanûnên têkildar de di Çile 2013an de hat kirin, bersûc îmkana parastina xwe bi “bi zimanekî din ê ku diyar dike ku dikare xwe baştir îfade bike” dike. Bi vê guherînê re astengiyên li pêşiya parastina bi zimanê zikmakî yê Kurdî hatin rakirin.

Bi zagona jimareya 6529an a di derbarê guherandina zagonên curbecur ên ji bo pêşdebirina maf û azadiyan ku di 13ê Adara 2014an de ket meriyetê, xala ku bû sedema guherandina navên gundan bi awayekî fermî hat rakirin û astengiya dayîna gundan navên wan ên berê hatin rakirin. Li ser vê qanûnê di erdnîgariya Kurdî de navên hin gundan bûne Kurmancî û Zazakî. Heman qanûn girtina partiyên siyasî jî bi astengkirî kirin.

Bi zagona jimareya 6529 a di derbarê guhertina zagonên curbecur ên ji bo pêşxistina maf û azadiyên bingehîn ku di 13’ê Adara 2014an de ket meriyetê, ji bo perwerde û hîndekariya bi zimanên cuda û bi zimanên cuda bê dayîn, saziyên perwerdehiyê yên taybet vebûn. zaravayên ku li Tirkiyeyê di jiyana rojane ya welatiyan de tên bikaranîn, hate çêkirin. Bi vê guhertinê re astengî û qedexeyên li ser vekirina dibistanên taybet ên ku bi Kurdî ders didin hatin rakirin.

Bi zagona jimareya 6529 a guherîna zagonên curbecur ên ji bo teşwîqkirina maf û azadiyan ku di 13ê Adara 2014an de ket meriyetê, astengî û qedexeyên li ser bikaranîna tîpên W, Q, X yên ku nayên dîtin, ji alfabeya Tirkî, hatin rakirin. Bi vê guherînê re bikaranîna tîpên Kurdî di hemû warên din de, nemaze navên kesane û navên cihan ên Kurdî, azad bûn.

23. Bi van reformên demokratîkbûnê yên ku di navbera salên 2001-2015an de li Tirkiyeyê hatîne kirin, ziman û çanda Kurdî bi awayekî girîng xuya bû û di encama van reforman de di qada ziman û çandê de pêşketinên muhîm rû dan. Lê belê bi dawîbûna “Pêvajoya Çareseriyê” ya sala 2015an û piştî derbeya 15ê Tîrmeha 2016an, dewlet bi lez û bez vegeriya ser qodên xwe yên kevnarên neteweperest, navendparêz û bişavtinê. Ev vegerîna tîj û tundî bû sedem û tirsa hindê ku   destkeftiyên heta nihe di warê ziman û çanda Kurdî de hatîne desbixisti, dê bi qedexe, înkar û cezakirinê re rû bi rû bimînin. Ji sala 2015an û vir ve pozîsyona otorîter a dewletê ya ku ji nû ve hatiye pejirandin, bû sedemê hindê ku zimanê Kurdî di qada  çapemeniyê, weşangeriyê, muzîk, şano, akademî, dibistanan de û di jiyana rojane de bêne kêmkirin û tunekirina wan. Bêguman bi awayekî xwezayî, ev yeke jî dihate wê wateyê ku zimanê Kurdî careke din dê di nav çar dîwarên malê de bête qeyd û zincîrkirin. Lê divê bê zanîn ku hebûna têkilîyên girseyî yên medya û internetê; dê bi radyo, televîzyon, rojname û bi taybetî jî bi înternetê ve nahêle ku zimanê Kurdî êdî ji qada civakî rabe û her dem dê bi van amûran ve  her dem ête xuyakirin. Em dişên bi kurtasî bêjin ku nêzîkatiya dewletê ya ji bo ziman û çanda Kurdî ya piştî sala 2015an, li gorî lêkolînên jêrîn hate berdewamkirin:

• Piştî sala 2015an ji nû ve pejirandina paradîgmayeke otorîter û neteweperest ji aliyê hikûmetê ve hate destpêkirin. Êdî eleqeya li ser beşên Ziman û Edebiyata Kurdî, Ziman û Edebiyata Zazakî gelekî kêm bû. Wekî din, mezûnên beşên Kurdî, piştî 2015an hema bêje, qet ji bo pîşeya mamostetiyê nayên tayîn kirin (salê 1-3 kes têne hatin tayîn kirin); Di serîlêdanên ji bo pîşeyên din, bi taybetî cerdevan û polîs, rasterast ji holê hatin rakirin û vê yekê jî  bandorek girîng li kêmbûna eleqeya li ser van dezgehan kir. Eşkere ye ku xwendekarên ku ji beşên Ziman û Edebiyata Kurdî û Ziman û Edebiyata Zazakî mezûn bûyîne, bi awayekî defakto di her cure sazî û dezgehên giştî/taybet de nehatine tayînkirin û xebitandin. Ev yek bi awayekî eşkere dide xuyakirin ku hewl tê dayîn da beşên Kurdî bêbandor bibin û bêfonksîyon bibin.

Ev hemû, di encamê de bûne sedema rakirina dersa zimanê Kurdî  ji mufredatê û êdî xwendekaran wekî berê dersa Kurdî nehilbijart.

• Ji ber ku dewlet, vegeriya ser ‘eyarên xwe yên fabrîqê êdî; danîna sîyaset û kirinên otorîter û neteweperestî zêdebûn û ji ber vê yekê jî ew eleqederiya zêde ya ji bo dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî di perwerdeya seretayî de heyî, gelek kêm bû.

 Israra Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî û rêveberiya dibistanan a ji bo vekirina dersên hilbijartî, pirsgirêkên ji bo tayînkirina mamosteyên Kurmancî û Zazakî, rêvebiriya dibistanan astenkirina xwendekar û bandora dê û bavan ji bo dersên bijarte yên olî û tirsa etîketkirina malbatan jî bone asteng ji bo nehilbijartina dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî.

• Li gorî rapora ku ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Yekîtiya Nivîskarên Kurd a Navneteweyî (PENa Kurd) ve di sala 2021an de hatiye amadekirin; di 4 salên dawî de 109 pirtûk ku 31 jê bi Kurdî ne, yên ku weşanxaneyên Kurdî çapkirîn, hatine qedexekirin. Di vê pêvajoyê de ji hin weşanxaneyên Kurdan re cezayê pere û ji hin nivîskarên Kurd re jî cezayê girtîgehê hat dayîn.

• We’z û xutbeyên Kurdî yên ku di pêvajoya çareseriyê de azad bûyîn, piştî sala 2015an dîsa li rastî zext û qedexeyên cuda cuda hatin. Mînaka herî berbiçav ya van qedexe û zextan ew e ku dê vê demê de, binçavkirin û girtina hejmareke zêde ya mele û seydayên ji ber dana we’z û xutbeyên bi zimanê Kurdî, di navbera salên 2015-2021an de hatîne danê.

• Di dema Rewşa Awarte (OHAL) de ku di 21ê Tîrmeha 2016an de hatibû ragihandin û piştî darbeya 15ê Tîrmehê di 19ê Tîrmeha 2018an de bi dawî bûyî, bi Biryarnameyên Hukmê Qanûnan ve (KHK). gelek akademîsyenên ku bi kurdolojiyê ve mijûl dibûn û gelek mamosteyên ku dersa Kurdî didan ji kar hatin avêtin û peymanên hin akademîsyenên ku li ser kurdolojiyê dixebitin nehatin nûkirin an jî ji ber mobîngê neçar man îstifa bikin.

• Di dema Rewşa Awarte ya ku di du salan de, ji 21ê Tîrmeha 2016an de hat ragihandin, bi ser dehan şaredariyên Kurd ên erdnîgariya Kurdistanê qeyûm hatin tayînkirin.

Qeymeqamên ku ji bo şaredariyên Kurdan hatin tayînkirin, hewl dan hema bêje ku ji bo hemû mîrateyê Kurdayetiyê, bi taybetî ziman, çand û wêjeya Kurdî krîmînalîze bikin gele hewildan hatine kirin. Di encamê de dibistan, kreş û qursên ku perwerdeya bi Kurdî didan hemî hatin girtin.

Piştî tayînkirina qeyûman jî bo şaredariyên Kurdan, hemû saziyên ku li ser Kurdî dixebitin hatin girtin. Di vê çarçoveyê de malparên Kurdî yên şaredariyan, tabelayên bi kurdî û malên piştgiriya perwerdeya bi zimanê Kurdî hemî hatin girtin.

Navên kolanan, cadeyan û meydanan yên bi Kurdî hemî hatin rakirin û qedexekirin. Fûarên pirtûkan ên ku ji aliyê şaredariyan ve di hatin vekirin, cih nedane weşanxaneyên Kurdî. Her wiha hem li erdnîgariya Kurdan hem jî li metropolên Tirkiyeyê gelek weqf, komele, saziyên sivîl, enstîtu, radyo, televîzyon, rojname û malperên înternetê yên ku bi zimanê Kurdî kar û xebatên ziman, çand û wêjeya Kurdî dikirin hatin girtin. Saziyên wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û Kurdî-Der yên ku li ser ziman, çand û wêjeya Kurdî dixebitin, bi biryarnameyekê hatin girtin. Di pêşangehên pirtûkan de ji bo weşanxaneyên Kurdî stand nehatin dayîn û pêşiya weşanên Kurdî bi giranî hat astengkirin. Qedexe û zextên ku li jor navborî hatin kirin, xebatên sazî û dezgehên kurdan gelek hatin astenkkirin.

Di 4ê Xizîrana 2017an de bi rêziknameya bi sernavê “Rêziknameya Perwerdehiya Piştî Lîsans û Ezmûnê ya Zanîngeha Dîcleyê” hat qebûlkirin, li zanîngehê nivîsandina tezên Kurdî hate qedexekirin. Li gorî biryara di Rojnameya Fermî ya di 09.08.2021an de bi sernavê ‘Rêziknameya Guhertina Rêziknameya Perwerdehiya Lîsans û Zanîngeha Dîcleyê’ hat weşandin, piştî xala têkildarî rêziknameyê ji raya giştî û çapemeniyê ve rexneyên giran hatin û ji ber van rexneyan, qedexeyên li ser tezên beşên Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Dîcleyê hatîne rakirin. Di rêziknameyê de hevoka “Zimanê perwerdehiya [t]ezînê dibe ku zimanê bernameyê be yan jî ziman û zaravayeke din a girêdayî wê bernameyê be” li rêziknameyê hat zêdekirin, “Zimanê nivîskî yê [t]ezînê zimanê perwerdehiya bernameyê hate pejirandinê. Lêbelê, di bernameyên ku bi ziman û zaravayên cûda ve têne fêr kirin de, tez dikare bi ziman an zaravayê têkildar were nivîsandin.

• Piştî sala 2015’an tê dîtin ku gelek saziyên dewletê, bi taybetî wezaretê, zimanê Kurdî nexistine nava xebatên xwe. Di vî warî de yekem tiştê ku tê bîra me ew e ku Yekîneya Piştgiriya Nexweşan a Navneteweyî û Navenda Bangê ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê û serlêdanên Piştevaniya Lezgîn a Jinan (KADES) ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ya ku bi gelek zimanan xizmetê pêşkêş dikin destûr neda ku bi zimanê Kurdî jî xizmeta raya giştî bête kirin. Ev rewş di gelek sazî û rêxistinên taybet de jî tê dîtin. Wekî mînak li Tirkiyê di gelek qenalên televizyonan de zimanê Kurdî di ête astengkirin û kesên bi Kurdî diaxivin ji bernameyan diêne derxistin.

• Qeymeqamê Şaredariya Êlihê, li nav bajêr di riyên peyayan de yên ku bi du zimanî ne (Tirkî-Kurdî), di îkonên xwe de cih neda zimanê Kurdî, tenê bi zimanê Tirkî hatine nûkirin.

Qeymeqamên ku ji bo Şaredariyên Kurdan hatine wezîfedarkirin, navên gelek kolan, park, kuçe, tax, meydan, park, pirtûkxane û navendên çandê yên li erdnîgariya Kurdan hemî zivirandine ber bi Tirkî ve wergerandin û hemî Tirkandin. Qayiman, navên alim, zanyar, nivîskar, hunermend, muzîk û edebiyatzanên Kurd ku navên wan li gelek deverên herêmê hatibûn danîn, hemî cardin rakirin.

Wek Mînak:

Qeyyûmê Silopiyayê Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê ya li Silopiyayê radestî TUGVA yê kir. TUGVA pêşî navê navendê guhert û portreyên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Meryem Xan û ‘Eyşe Şan ê ji navendê rakirin. Bê guman, mirov dikare mînakan zêdetir jî bike.

• Di encamê de, her çenda ku di salên 2000’î de di çarçoveya pêvajoya lihevkirina Yekîtiya Ewropayê di derbarê zimanê Kurdî de destkeftiyên girîng hatin bidestxistin, lê piştî sala 2015an dewlet vegeriya bingeh û kargehê xwe yê nijadperestiyê  û bi pozîsyoneke otorîter, neteweperest û asîmîlasyonîst ve zimanê Kurdî ji nava qada jiyanê rakir.

Bi tevayî, tecrûbeya sedsalî bi awayekî şênbar û berbiçav nîşan dide ku heta zimanê Kurdî bi destûr û qanûnan neyê qahîmkirin, dê her tim bi rastî windabûnê, krîmînalîzekirinê, marjînalîzekirinê, nasnekirinê û ne normalîzekirinê re rû bi rû bimîne.

Back to top button