Cîhan

Hêzên Taliban dikevin nava kabul a paytext de

Wezareta Navxwe ya Efxanistanê da xûyakirin ku, çekdarên Tevgera Talîbanê ji hemû aliyanê dest bi derbasbûna nava Kabulê kirine.

Ajansa “Ria Novosti” a Rûsî tekez kir, çekdarên Talîbanê zanîngeha Kabulê li rojavayê bajêr kontrol kir û alên xwe li ser taxeke Kabula Paytex bilind kirin.

Destnîşan kir jî, berpirsên hikûmî, bilez dest bi valakirina hin avahiyên hikûmetê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Tevgera Talîbanê di daxuyaniyekê de ragihand, wê ferman daye çekdarên xwe, li ber deriyên Kabulê rawestin û nekevin bajêr, ji bo kiryarên tundûtûjiyê rû nedin.

Tevgera Talîbanê tekez kir, ew naxwazin bi darê zorê û şer derbasî Kabulê bibin, lê belê bi aştî derbas bibin.

Herwiha aşkere kir jî, niha danûstandin ji bo destpêkirina pêvajoyek veguhestinê û radestkirina Kabulê tê kirin û berpirsyarê ewlehiya bajêr jî xiste stûyê rêveberiya Serokê Efxanistanê Eşref Xenî.

Herwiha Tevgerê soz da ku li pey rêvebirên leşkerî û rêveberiya Xenî de neçe û bang li her kesî kir ku “li cîh û warên xwe bimînin û hewl nedin ku ji welat derkevin.”

Ev pêşhata meydanî piştî wê yekê te, Amerîka derxistina karmendên balyozxaneya xwe ji paytexta Afxanistanê didomîne.

Back to top button