Civak

Hêzên pêşmerge dibin yek hêz

Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re ragihand: “Ew projeya 35 xalî, ya beriya niha ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve, bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo çaksazî û rêkxistina hêzên pêşmerge hatibû amadekirin, dê di sala 2018ê de werin cîbicîkirin.”

 

Helgurd Hîkmet got: “Me beriya niha li ser vê projeyê gelek kar kir. Lê ji ber rewşa di sala 2017ê de çêbû, ew 35 xal bi temamî nehatine cîbicîkirin. Niha em kar dikin da ku di nava 2018ê de werin cîbicîkirin.”

 

Hîkmet amaje bi wê yekê kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî ji bo pêkanîna projeyê hevkariyê dide wan û diyar kir: “Îsal yekîneyên jimareyên serbixwe yên hêzên 70 û 80 namînin û ew hêz dê bikevin ser Wezareta Pêşmerge.”

 

Beriya niha Wezareta Pêşmerge bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî, ji bo çaksazî û rêkxistina hêzên ser bi wezaretê, projeyeke berfireh amade kiribû. Lê di sala 2017ê de ev proje bi temamî nehate pêkanîn.

 Madeya 4emîn a projeyasaya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya derbarê derbarê çaksaziyên li ser maaş û malnişînên ne yasayî yên pêşmerge jî amaje bi hilweşandina hêzên 70 û 80 dike. Hikûmet vê projeyasaya ku taybete ji bo Wezareta Pêşmerge, îro pêşkeşî parlamentoyê dike.

Back to top button