Polîtîk

Hêzên Iraqê nikarin parastina Kerkûkê bikin

Ev çend roj in ku careke din tevgera DAIŞê li derdora Kerkûkê zêde bûye û berpirsekî PDK li Kerkûkê jî dibêje, hêzên Iraqê nikarin parastina Kerkûkê bikin.

Duhî 19.4.2019 careke din şer û pevçûn di navbera di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên Iraqê de li derdora Kerkûkê derket û li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê 12 çekdarên DAIŞê di wî şerî de hatine kuştin ku 4 ji wan emîr bûn lê artêşa Iraqê behsa ziyanê xwe nekiriye.

Derbarê wê yekê de Endamê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevgera çekdarên DAIŞê li derdora Kerkûkê pir zêde bûye nexasim li navçeyên Hewîce û Riyaz û Daqûq û Hewzê Hemrîn, ku tenê di çend rojên borî çendîn car şer û pevçûn di navbera wan û hêzên Iraqê de li wan sînoran derketiye.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Ew hêzên Iraqê ku li Kerkûk û derdora wî bicîh bûnem nikarin rewşa ewlehî ya navçeyê kontrol bikin û tenê mijûlî birina petrola Kerkûkê ne.”

Kerkûkî wiha domand: “Li hinek navçeyên ser bi Kerkûkê DAIŞ hêj bihêz e û desema wê yekê jî ew e ku hêzên Iraqê navçeyê baş nas nakin û nikarin wek Pêşmerge navçeyê biparêzin û ti pilana wan a baş jî tune ye.”

 

Back to top button