Polîtîk

Hêzek bi fermana Heşda Şeibî li Şingalê dilive

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ragihand ku, ew hêzên ku piştî rizgarkirina Şingalê nû hatin ketin bajêr de û avahiyên hikûmî dagîr kirin û naxwazin derkevin, li gorî fermana hêza Heşda Şeibî ya şîeyan dilivin û mûçe ji wan werdigirin, lewma em daxwaz ji wan dikin ku beriya nexweşî têkeve navbera me de, ji Şingalê derkevin.”Qasim Şeşo Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hinek hêz piştî rizgarkirina Şingalê ji Çiyayê Şingalê daketin û hatin ketin bajêr de û avahiyên hikûmî dagîr kirin û niha naxwazin derkevin. Ew hêj ji welatên din hatine û dixwazin îradeya xwe li ser me feriz bikin. Sedema derneketina wan ji dezgehên hikûmî jî ew e ku dixwazin destê xwe têxin nava karûbarê Şingalê û rewşa navçeyê aloz bikin.”Şeşo wiha got: “Ew li gorî fermana hêza Heşda Şeibî ya şîeyan dilivin û mûçe ji wan werdigirin, da ku rewşa navçeyê têk bibin, herwiha destên derve jî di nava wan de heye, lewma em daxwaz ji wan dikin ku beriya nexweşî têkeve navbera me de, ji Şingalê derkevin û hemû alî pêbendî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îdareya navçeyê bin.”Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Em wek kurdên êzîdî tenê yek alayê nas dikin, ew jî ala Kurdistanê ye, herwiha di bin wê alayê de jî Şingal ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin, lewma em rê nadin ti hêz û aliyekî ku bêrêziyê li hember ala Kurdistanê ya pîroz bike.” 

Back to top button