Dosya

Heyf bo Ebadî serkefina Kerkûkê digel serkeftina biser terorîstan de lihember dike

Wezareta karûberên pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva gotinên serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî dide û dibêje:Roja 06.12.2017ê di daxuyaniyeke neberpirsane û di minasibeke Hizba Dawe ya Îslamî de, serokwezîrê Îraqa Federal birêz Heyder Ebadî, êrîş û dagîrkeriya hêzên îraqî, li roja 16ê oktobera borî û rojên pê re, bi serkeftineke mezin wesif dike û li gor wî, ew serkftin ji serkeftina mezina şikandina DAÎŞê de nekêmtir e.Birêz Ebadî dagîrkirina leşkerî û êrîşkirina ser Herêma Kurdistanê, kuştin û koçberkirina xelkê Kerkûk, Xurmatu û deverên din, wêrankirin û teqandina xanî û talankirina malên welatiyên Kurdistanê ji aliyê hêzên îraqî ve, bi serkeftineke mezin weisf dike û digel serkeftina bi ser DAÎŞê de lihember dike.Ew serkeftina mezina bi ser DAÎŞê de ku, birêz Ebadî şanaziyê pê dike, bi şahidiya hemû cîhanê eger pêşmergeyê mêrxasê Kurdistanê nebûya, qed ew serkeftin bidestve nedihat. Eger ji mêrxasî, canfedayî û berxwedana cwamêraneya pêşmerge nebûya, piştî 16ê oktobera borî, hêzên îrqaî li jêr fermandariya birêz Ebadî, hemû Kurdistanê bi derdê Xurmatu dibir.Gelek heyf û mixabin ji bo serokwezîrê welatekî ku êrîşkirina ser xelkê welatê xwe, digel serkeftina bi ser terorîstan de bi hev re lihember dike û şanaziyê pê dike. Ev di demekê de ye ku çavê hemûyan li afrandina atmosferekî aram û minasib ji bo danûstandin û nehêlana nakokî û aloziyan e, ev daxuyanî kakila wê hizirkirin û hemû kîna li hember Herêma Kurdistanê heye derdixe holê, lê dîrokê îspat kiriye ku îradeya gelê Kurdistanê bi tu kes û hêzan neşikestiye û naşkêt. Wezareta Karûbarên Pêşmerge07.12.2017

Back to top button