Vîdeo

Hewas Egîd: ENKS kar ji bo vegera xelkê Efrînê dike

ûnerê ENKSê di nava Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Hewas Egîd ragihand, ENKS jê destpêkê ve daxwaz ji xelkê Efrînê kir ku vegerin gund û bajarê xwe û xelkê Efrînê ew bixwe rêveberiya xwe bikin. ENKS jî bi civaka navdewletî re û opozîsyona Sûriyê li ser wan xalan danûstandinên xwe berdewam dike, ji bo rê li ber guhartina demografî were girtin.Derbarê guhartinên di nava Îtîlafê de got jî, dê projeyeke giştî ya nû ya serokatiya Îtîlafê û desteya wê ya siyasî hebe, ew proje li ser du astan dibe, yek li ser asta pêwendiyên navdewletî ye ku dê bêne çalakirin. Ya duyem jî li ser asta navxweyî ye ku rêxistinên li hundirê Sûriyê dê girêdayî bin bi biryara Îtîlafê û desteya siyasî ve.Îtîlafa opozîsyona Sûriyê berî du rojan li şûna serokê dest ji kar vekişandiye Riyaz Sêf, Ebdilrehman Mistefa wek serokê nû yê Îtîlafê hilbijartibû. Herwiha ENKSê jî hin nûnerên xwe di nava Îtîlafê de guhartibû.Hewas Ekîd amaje bi wê yekê jî kir, di plana serokê nû yê Îtîlafê Ebdilrehman Mistefe de ye, ku serdana Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku Herêma Kurdistanê piştevaniyeke fermî ji gelê Kurdistana Sûriyê re ragihandiye û sîngê xwe ji penaberan re vekiriye.Li ser nerîna Îtîlafê ya derbarê krîza Sûriyê de got, ENKS û Îtîlaf her tim dibîne ku çareseriya siyasî û cibicîkirina biryarên navdewletî û daxuyaniya Cenêvê ya sala 2012 li ser bingeha avakirina desteyeke veguhêz çareseriya herî baş e ji bo krîza Sûriyê. https://www.youtube.com/watch?v=waub9Ie8Ww8

Back to top button