Hevpeyvîn

Hevpeyvîna rojnamevanî ya Mesrûr Barzanî li Davosê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de hevpeyvîneke rojnamevanî encam da û di hevpeyvînê de destxweşî li Parlamentoya Almanyayê kir ji bo naskirina komkujiya Êzidiyan wek tawana jenosîdê.

Kurdistan24: Ciyawaziya beşdariya we ya îsal li gor salên borî çi bû?

Mesrûr Barzanî: Bi navê Xwedayê mezin û mîhreban. Rê bidin min ew di destpêkê de sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyên wê bûyera dilêş bikim, ku duh bi şev li ser rêya Nisêbîn bo Mêrdînê rûda. Ez sersaxiyê li kesûkarên qurbaniyan dikim û ez hêvîdar im Xwedayê mezin sebrê bide her kesî û cihê qurbaniyan jî bihişt be.

Herwiha min bihîst Parlamentoya Almanyayê komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir, ez destxweşiyê li Parlamentoya Almanyayê, beriya niha jî parlamentoyên Belçîka, Fransa û Holandayê jî dikim. Hêvîdar im ev tenê biryara parlamentoyê nebin, bi pratîk beşdariya kêmkirina êşên xwişk û birayên Êzidî bibin.

Ji bo bersiva pirsa we jî, ev korbend îsal 2500 kes tê de beşdar bûn ji welatên cîhanê û mijarên girîng hatin axaftin, mijarên enerjiya paqij û enerjiya cîgir, herwiha mijara asayîşa xurekê, asayîş û seqamgîriya welatan û navçeyan, bi taybetî piştî serîhildana şer û kêşeyan li Ewropayê û herwiha guherîna keş û hewayê û bandorên wê, hatin axaftin. Em li ser hemû van mijaran ligel welatan axivîn.

Pêgeheke girîng a Kurdistanê heye, him ji aliyê enerjiyê û him jî ji aliyê xurekê ve. Ji aliyê asayîş û seqamgîriyê ve jî, beriya niha roleke aktîv a Kurdistanê hebûye di rûbirûbûna terorîzmê û di dabînkirina seqamgîriya navçeyê de.

Me karî pêwendiyên xwe ligel dostên xwe yên qedîm nû bikin û ligel xelkê nû jî pêwendiyan dirust bikin. Ji aliyê aboriyê ve jî, me daxwaz kiriye ku werin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û ji aliyê aborî û heta sîtema bankî, ku bernameyeke me ya têr û tije ya reforma bankî heye, veberhênanê bikin û em ê jî alîkar bin.

Rûdaw: Gelo pêşveçûn heye ligel Bexdayê ji bo rêkeftinê û îsal budce dê were Herêma Kurdistanê? Pirsa min a duyem jî; li ser beşdarnebûna YNKê di civînên hikûmetê de ye, hûn dê çawa vê kêşeyê çareser bikin?

Mesrûr Barzanî: Derbarê pirsa yekem de, em beriya ku werin vê derê, me serdana Bexdayê kir û beriya dirustbûna hikûmeta Bexdayê jî, me rêkeftin kir û li ser cîbicîkirina rêkeftinê, em gelek axivîn.

Mijarên Maddeya 140 û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û dariştina yasaya petrol û gazê hatin axaftin. Çendîn car şanda me çûye Bexdayê û di hewla wê yekê de ne ku yasayeke nû ya petrol û gazê derbiçe, da ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tendirust bin, divê ev mijar di çarçoveya yasayan de were rêkxistin.

Ji bo budceyê, ev cara yekem e ku Herêma Kurdistanê dikare beşdarî dariştina budceya 2023an bibe û tiştê li ser me, me cîbicî kiriye û nêrîna xwe gihandiye hikûmeta federal, hinek mijarên wan yên din ên navxweyî mane, em hêvîdar in demildest li Encûmena Wezîran a Bexdayê budce were pesendkirin û bişînin Parlamentoya Iraqê.

Ji bo min seyr e ku birayên me yên YNKê, civînên Encûmena Wezîran boykot dikin û nayên, em ti car naxwazin Encûmena Wezîran bibe cihê kêşeyan, hemû beşdarên hikûmetê divê eger kêşeya wan heye, yan rexne û gotina wan heye, di civînên Encûmena Wezîran de gotina xwe bêjin.

Piştî ku Hawkar Caf li Hewlêrê hat şehîdkirin, me daxwaz kiriye tohmetbar radestî yasayan werin kirin, kêşe hatin mezinkirin, eger niha jî tohmetbar radestî yasayan werin kirin, lijneya hevbeş jî hebin û lêkolînê tê de bikin, ev girêka kor e û dibe ku dest bi axaftinên din werin kirin. Me ji destpêkê ve gotiye ku hikûmet hikûmeta hemû Herêma Kurdistanê ye û ti navçeyek cuda nîne ji navçeyên din, nabe ji bo mijara siyasî yan şexsî, navçegerî were kirin, loma ewên ku berjewendiya welatê wî û xelkê wî li cem wî girîng e, ez hêvîdar im werin erkê xwe yê niştimanî bi cih bînin û di civînên Encûmena Wezîran de beşdar bin.

Kurdistan TV: Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hinardekirina berhemên xwemalî de serkeftî bûye, di vê korbendê de ti welatekî amadebûna xwe nîşan daye ku berhemên xwemalî yên Kurdistanê bikirre? Pirsa duyem jî, gelek bi başî behsa guherîna keş û hewayê hat kirin, dibe ku Herêm û Iraq jî bikevin bandora wê, ew çawa dikarin alîkariyê bikin?

Mesrûr Barzanî: Li ser mijara hinardeya berhemên Herêma Kurdistanê, niha ji bo çendîn welatên Kendavê berhem têne şandin, ji bo salên bê, niyeta me heye em hinardeyê berfireh bikin, em ê berhemên zêdetir ji bo Kendav û Rojhilata Navîn û heta Ewropayê jî bişînin.

Em li vir jî ligeş çendîn welatan axivîn, da ku kalîteya berhemên me yên xwemalî qebûl bikin û rê bidin, gelek ji wan hatin pêş û ji bo wan xweş e, niha qeyraneke xurekê li cîhanê heye. Loma Kurdistan bûye cihê girîngiyê ji bo van welatan û dixwazin him em bikarin jêrxana çandiniya xwe pêş bixin û him jî ew bikarin sûdmend bin ji wan berhemên me yên heyî.

Mijara keş û hewayê cîhanî ye û Iraq yek ji wan pênc welatan e ku herî zêde zirar digihe wan. Herêma Kurdistanê, eger em bikarin girîngiyê bidin çawaniya îdarekirina samanê avê û çawa bikarin berheman zêdetir bikin, dibe ku em bikarin bandorên guherînên keş û hewayê kêm bikin.

Mijara keş û hewayê ji bilî ku bandorê li ser berheman dike, li gelek cihan dikare bandorê li ser asayîş û guherîna demografiya navêeyê bike, da ku em rûbirûyî hemû van bibin, em ligel dostên me axivîn û ew jî girîngiyê didin û naxwazin ev mijar bibe sedema koça zêdetir a ber bi Ewropayê.

Kurdistan24: Gelo çi mizgîniyên we hene ji bo cotkarên Herêma Kurdistanê?

Mesrûr Barzanî: Beriya niha cotkarên me ji ber tunebûna bazara navxwe û derve, nîgeran bûn. Niha me hewl daye, berhemên cotkarên me werbigrin û ji bo wan depoyên taybet dabîn bikin, da ku cotkar di xema wê yekê de nebin ku berhemên xwe çi bikin, tevî vê jî, me hewl daye bazarên biyanî bibînin ji bo berhemên xwe yên navxwe, piştre em hêsankariyê dikin, da ku sektora taybet û cotkar bi xwe ligel bazara biyanî rêkeftinên xwe bikin, da ku zêdetir bikarin bilez û baştir berhemên xwe bişînin derve.

Tiştê ku ez daxwaz dikim, cotkar bi xwe bala xwe bidin kalîte û çawaniya berhemên xwe û ev jî ji bo dahata xwe û dahata giştî alîkar dibe.

Rûdaw: Hilbijartin paş ket, hûn wek hikûmet çi dikin ji bo ku îsal hilbijartin were kirin, daxwaza we li ser hilbijartinan çi ye?

Mesrûr Barzanî: Ez ji destpêkê ve ligel wê yekê bûme ku hilbijartin di dema xwe de were kirin û neyê dirêjkirin, bi her hal divê îsal çawa dibe bila bibe ew hilbijatin were kirin. Ez bi xwe bi hemû şiyana xwe piştevanê wê yekê me ku hilbijartin di dema xwe de were kirin û ti rê jî bi bihaneyan neyê dayîn ku ev hilbijartin were paşxistin. Tiştê li ser hikûmetê ye, dabînkirina pêwîstiyan e, em amade ne ku cîbicî bikin, beşeke wê jî aliyê yasayî ye, hêvîdar im ew jî werin çareserkirin û êdî ber bi hilbijartineke serkeftî û paqij biçin.

Kurdistan TV: Serokwezîrê Iraqê çû Berlînê, li ser enerjiyê hat axaftin, gelo Herêma Kurdistan jî dibe beşek ji wê mijarê?

Mesrûr Barzanî: Niha jî em beşek in ji hinardeya enerjî, em petrol hinarde dikin, lê belê em dixwazin rêkeftina navbera me û Bexdayê rê xweş bike ji bo ku em zêdetir veberhênan di sektora enerjiyê de bikin û him berhemên navxwe zêde bikin û him jî roleke me ya baştir hebe di kêmkirina vê qeyrana cîhanî de.

Back to top button