Civak

Hêvîdarim rûdan nebin sedema geşbûna şer

Serok Barzani di derbarêwşa Suriye û bûyerên vêdawîyê de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Daxûyaniya Serok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rûdan û pêşhatên vê dawiyê li Sûriye û bi taybetî rewşa gelê Kurd li wî welatî cihê nîgeraniyê ye. Berê jî li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriye û ew rewşa li Rojava dirust bûye, me têbînî û nîgeraniya xwe ragihandiye û nedibûya bigiha vê rewşa niha.

Hejmarekî yekcar zêdeyê hemwelatiyên Kurdê Sûriye li jiyana koçberiyê da dijîn û êrîşa terorîstên Da’îş û rewşa xeraba siyasî û gefên dinê li salên derbasbûyî, xelkê Kurd li Sûriye gelek êşandiye û hê jî şerê Da’îş jî temam nebûye.

Hêvîdarim rûdanên vê dawiyê û pêşhatên nû, nebê sedema wê yekê tundutîjî û şer geştir bibe û êdî hemwelatî û gelê Kurd li Sûriye ji êş û azarên zêdetir nebînin.

Mesûd Barzanî
20.12.2018

Back to top button