Nivîsar

Hêvî û gazind

Gelek cara dema mirov hêviyên mezin aliyek siyasîve girêdide û ew hêvî bi cih nayên mirov gazinda dike. Gelo mirov hêviya jî kî dike û ji bo çi? Eger bawerî li aliyekî ,li cihekî hebe mirov hêviya jê dike. Dema ew hêvî bi cih neyên gazind têne kirin. Ji bo vê jî tê gotin ku, “ Cihê mirov hêviya jê neke, gazinda jî nake“

Niha hinek kes, taybetî siyasetmedar, rewşenbîr gelek cara gazinda ji HDPê dikin. Piranî tê gotin ku, HDP gerek filan gav bavêta lê neavêt, yan jî gerek HDPê filan tişt bikira lê nekir. Yanî bi kurtahî gelek hêvî ji HDPê têne kirin , ev aliyên bi hêvî tu cara curet nakin HDPê bi dilek vekirî rexne bikin , tenê gazinda dikin. Ev yek jî dibe sedemek ku her ava şîlo, şêlotir bibe û zelalî di nirxandinên siyasî de çênebe.

HDP bi xwe, rastiya HDPê navkiriye û armanca xwe ya siyasî bi zelalî eşkere kiriye. Lê mixabin gelek kes naxwazin vê rastiya HDPê bibînin û li ba xwe barek din li HDPê dikin. Du pirs li vê derê derdikevin hole. Yekem HDP prtiyek Kurdistaniye ? Duyem HDP partiya Kurdaye?

HDP bi xwe gelek bi zelalî bersiva van herdu pirsa dide. Dibêje ku, Ez partiyek ya Tirkiyem e. Yanî ne Kurdistanîme. HDP dibêje ez ne partiya kurdanim, partiya gelanim. Li ser vê bersiva HDPê gotubêj nayê kirin û ne hewceye ku mirov li ba xwe misyonek din bide HDPê.

Ji bo vê misyona xelet HDP baş nayê nirxandin û pêwendiyên aliyên kurd li gel HDPê datînin de tu cara nagihe encamekî.

HDP partiyeke ku ji aliyê beşek  çepên Kurd û Tirk ve hatiye avakirin û siyaseta xwe de ne serbixweye û li gora Qendilê tevdigere. Carna hewldide ku hinek biryara bi sere xwe bistîne lê nikare, dema midaxele ji Qendilê tê kirin di cih de helwesta xwe diguherê.

Rastiya HDPê eve kesek nikare berevajiya vê yekê îdia bike. Dema mirov behsa van tişta dike gelo qet kurdek welatparêz di nava HDPê de tuneye ? Bê guman gelek kesayetên kurd û kurdperwer di nava HDPê de hene. Lê mixabin tu biryar di destê wan de tuneye û ew bivê nevê li himber biryarên çewt stuyê xwe xwer dikin û bê deng dimînin.

Gelek kes ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî di nava HDPê de ne û bê dengin. Raya Giştî ya siyasiya kurd hemû van kesayetan nasdike, lê li himber wan bê dengin. Ev jî babetê nirxandinek dine. Di siyasetê de kesayet gelek girînge. Eger mirovek ne xwedî kesayetek bi hêz be nikare siyasetek rasteqînî rêve bibe û her demî dibe qurbana berjewendiyên xwe yên kesayetî.

Gelek cara ev kesayetên ku baş têne naskirin di nava HDPê de dibin sedemek ku rastiya HDPê nayê ditin. Di bingehê xwe ew nikarin tu bandorê li siyaseta xelet bikin, lê mixabin dibin zemin ji siyaseta xelet re. Her weha HDP û siyaseta pêve girêdayî baş dizane çewe kesayetekî di nava xwe de bihelîne û bike dûvikê siyaseta xwe ya ku rêve dibe.

Heta rastî neyê ditîn û di demê pêwist de behsa vê rastiyê neyê kirin , dê her berpirsiyariyek dîrokî di stuyê mirov de bimîne. Nabê carê mirov wek siyasetmedarekî hem li nalê hem jî li mixê bide.

Mirov nizanbe neke niv musîbete,

Mirov bizane neke musîbeteke

Mirov rastiyê bibîne û nebêje û ya çewt bike musibet û nive..

15.12.2018

Dara Bilek

Back to top button