Nivîsar

Hevdîtinên veşartî û etika siyasî

Ji bo hinek hevkarî û tifaqa di hilbijartinên herêmî de navbera partiyan de çûyîn hatin gelek zêde bûye. Hevdîtin çêdibin û rojane nûçeyên cuda derdikevin. Hinek hevdîtin vekirî li ber çavê Raya Giştî û medyayê têne kirin, hinek jî weşartî çêdibin.
CHP, IYI Partî û HDP stratejiya xwe li ser windakirina AKPê danîne. Ne li ser serkeftina xwe stratejî ava kirine. Armanc ewe ku AKP winda bike, lê kî serbikeve ji bo van aliya ne girîng e. Ji bo vê yekê bazarek gelek germ di navbera CHPê û IYI Partiyê de heye.
Ji aliyek din her li gora stratejiya winda kirina AKPê , CHP li gel HDPê dide û distîne. Lê hevdîtin gelek nehînî têne kirin. Du sedmên vê yekê hene yek jê, IYI Partî bi tu awayî li gel HDPê nade û nastîne. MHP çewe li HDPê dinêre IYI Partî jî bi heman çavî li HDPê dinêre. CHP jî ji bo dengên xwe di nava Tirkiyede li hinek bajara kêm nekê herweha ji bo berteka alîgirên xwe vekirî li gel HDPê hevdîtina nake.
Duyem tu aliyên tirk HDPê nayêxên nava xwe û wê her demî ji derve dihêlin yanî HDPê ji xwe îzole dikin. Çikas HDPê bide ber qira û bêje ez ne partiyek kurdim partiyek ya Tirkiye me , kesek guh nadê qêrîna wan. Ji ber ku di rastiyê de dema HDP berê xwe dide kurda dibêjin em partiyek kurdîne, dema berê xwe didin Trikiye ji tirka tirktir dibin. Yanî ev yek siyaseta HDPê ve girêdaye.
Başe dema partiyek newêre vekirî HDPê bibînin û van hevdîtina ji medyayê re eşkere nekin, ev tê çi wateyê. Tê wateya ku tu bihayekî nadin HDPê û tenê dixwazin feydeyê ji dengên wan bibînin. Lê eger HDPê re kesayetek hebe û etika siyasî hindik mabe li gel van aliyan rûnane , yan jî vekirî û eşkere rûdine.
CHP dixwaze li hinek bajarên mezin wek Stanbul, Enqere HDP berbijêra nîşan nedê û dengên xwe bidin berbijêrên CHP û IYI partiyê. HDP jî vê yekê qebûl dike. Hevseroka HDP Buldan vekirî da xûyakirin , dê pişgiriya berbijêrên CHPê û IYI Partiyê bikin.
Li Kurdistanê jî HDP di nava lêgerînekî de ye heta vê gavê nizanê dê çi bike. Ihtimala ku li hinek bajara bi navê CHPê berbijêra derêxe û pişgiriya wan bike. Li hinek deveran bi navê HDPê kesên ku gelek tevlî PKKê nebûyin ji bo ku pêşerojê de dewsa wan Qayum neyên tayîn kirin dike berbijêr. Lê eger cardin hinek serokên şeredariyan yên dewsa wan qayum hatin tayîn kirin destnîşan bike, ev tê wateya ku cardin qayum serbikevin û HDP bi zanebûn rêya vê yekê vedike.
Rewşa rast eve lê ne vekirî û eşkereye. Kêmasî niha welê ye lê herdemî her tişt dikare bê guhertin. Ji ber ku îstikrara siyasî ketiya liser berjewendiyên kesayetî. Ev jî li bakurê Kurdistanêbûye wek qedera Tevgera kurd.
8.12.2018
Nûçe/Analîz
N. Firat

Back to top button