Nivîsar

Hevdîtin baş diçin, lê asteng hene

Di vê dema dawî de,giftûgo di navbera ENKS û PYD de bi serpereştiya Emrîkiyan destpêkir.Weke tê zanîn aramanca van giftûgoyan ewe ko herdû alî bighine peymanekê weke peymanên berê di nav wan de ( Hewlêr1, Hewlêr 2 , Duhok)

Weke ko hinek jêderên bê nav ji nav van civînan diyar dikin. Herdu alî li ser dîtineke siyasî hevbeş li hev kirine.Ev dîtina siyasî ji çend xalan pêktê, lê ji ber herdû aliyan li hev kiriye ko her tişt dûrî ragihandinê be, mirov nikare bi temamî rastiya xalên ku li ser lehevhatin hatî kirin serast bike. Lê jiwan xalan yên ku hatine belav kirin evin:

  1. Suriya pêşerojê, dewletek federal e.
  2. Destûra Sûrî, mafên miletê kurd yên rewa nas dike û lê mikûr tê.
  3. Zimanê Kurdî di dewletê de fermiye.
  4. Li Suriye çareseriya siyasî, li ser esasê biryarên Yekitiya Milletan wek biryara 2254 û çend xalên din ko hîna belav nebûne.

Wek tê zanîn ENKS her demî di tifaqa siyasî de behsa 3 xalên girîng kirine. Tifaq dive di ware siyasî, leşkerî û îdarî be.

Niha herdu aliyan li ser tifaqa siyasî li hev kirine. Di cîvînên pêş de herdu alî dê li ser naveroka tifaqa leşkerî û îdarî gifyûgoyan bikin heta ku bigihin peymaneke giştî hevbeş. Herweha tê gotin ku peymana Duhokê dikare bibe bingehê danûstandinên bên.

Her çikasî hebûna Emrîka di vê prosesê de, pir girîng û watedar e , lê rêya gihiştina peymanekî ne hesaniye, kelem û zehmetî hêja hene. Bi taybet helwesta Tirkiye di vê mijarê de, ko li ser zimanê wezîrê derve eşkere kir ko li dijin. Wezîrê derve dibêje ko; Emrîka û Rusya dixwazin YPGê rewa bikin û bi rêya entegrebûna vê hêzê di bin navê ( HSD )ê yan jî ( Kurdên Suriye ) de.

Di berdewamiya axavtina xwe de wezîrê derve yê Tirkiye dibêje: Em eşkere dibêjin ku , em rê nadin korîdorek terorîstan di herêmê de çêbibe û rê nadin terorist di tê de rewa bibin.

Di vî warî de erkê Emrîkaye ku hevalbendê xwe razî bike. Ev yek çewe dibe ne zelale, ne xûyaye. Lê bêgoman kurd bi sere xwe nikarin vê mijarê çareser bikin, eger Emrîka neke. Ev yek ji bo Emrîka jî ne rihet e.

Lê eger Emrika di vê herêmê de xwedî projeyekî be,( ya ko hîna mirov nizane ev proje çiye)dive bi çi awayîbe Emrîka Tirkiye razî bike. Dixweyê dê Emrîka vê yekê bike jî.

Kurd pêwîste li yekrêziya xwe bigerin. Li ser bingehek dirûst û rast. Derfet hergav nayê dewletek wek Emrîka xwe tevlî yekrêziya kurda bike.Loma pir girînge ev derfeta dîrokî ji dest nedin. Ya diyar ewe ku Emrîka ne bi serê xwe tevlî vî karî dibe.Lê di eynî wext de, berjewendiya dewletên mezin dikare bêne guhertin…

18.05.2020

Nûçe/Analîz

Back to top button