Civak

Hevbeş û hevxemê wê malbatê me

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di derbarê bûyera şewata şeva borî ya li maleke Çemçemalê de peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di tora xwe ya civakî Twitterê de peyamek belav kir û got : ‘Karesata şewata şeva borî ya li maleke Çemçemalê ku bû sedem 3 zarok jiyana xwe ji dest bidin û dayîka wan jî bi giranî birîndar bû ez ji dil ve hejandim.’

Di peyama xwe serokwezîrê dibêje: Hevbeş û hevxemê wê malbatê me û çi pêwîst be emê alîkar bin. Ez daxwaza agahdar bûn û xweparastina baştir ji hemwelatiyan dikim.

Roja 16.12.2018ê li Çemçeman agir bi malakî ket û di encam de , 3 zaroka ku temenê wan ji yek salî heta 5 salîbûn jiyana xwe ji dest dan. dayika wan jî bi girîna birîndara şewatêye.

Qaymeqamê qeza Çemçemalê Remek Remezan bi daxuyaniyekê ve ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 16.12.2018ê demjimêr 08:30ê agir li maleke taxa Asûde ya bajarê Çemçemalê ket û ji ber wê 3 zarokên ku temenê wan ji yek salî heta 5 salîbûn jiyana xwe ji dest dan. Dayîka wan jî bi giranî birîndar e û ji ber rêjeya şewata bedena wê ji nexwaşxaneya beşa lezgîn a Silêmaniyê re hatiye rakirin.’’

Back to top button