Nivîsar

Heta em çîroka xwe bi xwe nenivîsin, wê nêçîrvanên me bibin leheng

Êdî himaltî û barkêşîya çepên Tirk, namzedî û serokatîya çepên Tirk wîjdan û xîreta wan dêşîne, dixwazin vê toqa naletê ji stuyê xwe derxin, ji vî kurtanê ku li wan hatiye barkirin xilas bibin..

Nûrî Çelîk

Hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkîyê bi dawî bûn. Hilbijartina wekîlên parlamentoyê xilas bûn, lê ji ber ku tu namzetê serokkomarîyê dengên pêwist negirt, hilbijartin ma gera duyem, ango 28ê Gulanê. Di gera duyem de kîjan namzed (Erdogan yan Kiliçdaroglu)dengên herî zêde bistîne, ewê bibe serokkomar. 

Li gor encamên hilbijartinê, Tifaqa Komarê, ango tifaqa Erdogan û şirîkên wî piranîya kursîyên parlamentoyê bi dest xistin. Heger di hilbijartina serokkomarîyê de serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu wek serokkomar bê hilbijartin jî (ku îhtîmala mezin dîsa wê Erdogan bê hilbijartin),wê hikûmet ji AKP û şirîkên wê pêk bê û desthilatdarî dîsa wê di destê AKP de be. Ji ber ku wê serokkomarîya Kiliçdaroglu sembolîk be û wê biryar tev di meclîsê de bên girtin. AKP û şirîkên wê çi bêjin, çi biryaran bidin wê dîsa ew bin û li gor xwe bikin. Yanî, tiştekî ku ji bo me bê guhertin tuneye. 

Kemal Kiliçdaroglu hem Kurd bû û hem jî Alewî bû. Ev yek bû sebeb ku piranîya Tirkên mihafazakar, netewperest û Kemalîst dengên xwe nedin wî. Her çiqasî Kiliçdaroglu kesekî Kemalîst be jî, Kemalîstbûna wî ji serketina wî re nebû çare. Û hetta xuyaye gelek Tirkên ku endam û alîgirên partîyên tifaqa wî  bûn jî dengên xwe nedane Kiliçdaroglu. 

Heta sîstema Tirkîyê ev sîstem be, helbet ji bo me Kurdan ferqa partîya A yan B tuneye. Tenê serketina Kiliçdaroglu hêvîyek dida me ku Kurdên Bakur, Başûr û Rojava piçekî bêhna xwe bistînin û êrîşên li ser wan xilas nebin jî bi kêmanî kêmtir û siviktir bibin. Lê xuyaye bi serketina AKP û Erdogan wê dîsa êrîş ranewestin û hetta zêdetir jî bibin. Ji bo têkbirin û alozkirina destketinên Başûr û Rojava çi ji destê wan bê wê bikin.

Dibêjin masî ji serî xwe genî dibe. HDP a ku sere wê Tirk û Ereb û binê wê Kurd in, ji ber siyaseta şaş, di vê hilbijartinê de derbeyek mezin xwar û %2 ango 2 milyon rayên wê kêm bûn. HDP a ku hesasîyetên Kurdan nedaye û nade ber çav û hemê siyaseta xwe li ser demokratîkkirina Tirkîyê û çepên marjînal yên Tirk ava kiriye, bi vê siyaseta xwe pehînek ji Kurdan xwar û xuyaye di pêşerojê de wê hêza xwe kêmtir jî bike. Yek ji sedema têkçûna HDP ev bû ku li şûna Kurdan Tirk û çepên Tirk kirin namzed û Kurd xistin şûna xeşîm û nezanan. Kurdên ku bi salan e bi ked û xwîna xwe barkêşîya HDP kirine, dest bi dîtina rastîyan kirine û êdî naxwazin himaltî û barkêşîya çepên Tirk bikin. Bi taybet Kurdên ku li metropolên Tirkîyê dijîn di vê têkçûnê de rolek sereke dilîzin. Êdî himaltî û barkêşîya çepên Tirk, namzedî û serokatîya çepên Tirk wîjdan û xîreta wan dêşîne, dixwazin vê toqa naletê ji stuyê xwe derxin, ji vî kurtanê ku li wan hatiye barkirin xilas bibin û dixwazin wek Kurd dîsa vegerin ser eslê xwe. Heger HDP birastî xêrxwazê Kurdan bûya û siyasetek aqlêselîm bimeşanda, wê namzedê xwe yê serokkomarîyê derxista, wê di gera duyem de bi AKP û CHP re bazarîyek bikira û wê hinek maf ji bo Kurdan bi dest bixista. Lê ev yek nekir û di binê masê de xizmeta AKP û Erdogan kir. Her çiqasî bi devkî piştgirî da CHP û Kiliçdaroglu jî, bi vê kiryara xwe hem destê Erdogan xurt kir, hem jî li ser navê Kurdan rê ji bazarîyê re girt.

Gotinek mezinên Afrîkîyan heye dibêje „ Heta şêr çîroka xwe nebêjin wê nêçîrvan her tim wek leheng bimînin“. Xuyaye ev jî mesele û pirsgirêka me ye, pirsgirêkek herî mezin. Heta em Kurd bi navê xwe û bi nûnerên xwe yên Kurd li ser mase û dezgeha xwe rûnenên, wek Kurd heta em bi nav û nûnerên xwe nûnertîya doz û daxwazên xwe û milletê xwe nekin, emê her û her destvala vegerin û tiştekî bi dest nexin. Yanî, heta em çîroka xwe bi xwe nenivîsin û nebêjin, wê nêçîrvanên me (çi çep, çi rast, çi oldar) li ser pişta me bibin leheng.

Min di nivîsên berê de jî anîbû ser zimên, mesele ne filan partî yan bêvan partî ye. Mesele hest û helwest e, sekin û Kurdewarî ye, Kurdistanîbûn e. Kurdên ku di nav partîyên cuda de bikevin meclîsê, heger ne xwedîyê hest û helwestek Kurdewarî bin, heger di meclîsê de maf û heq û hiqûqê milletê Kurd neparêzin, ferqa wan û wekîlên din ji hev namîne. Ha AKPî dibe, ha CHPî dibe, ha HDP û HUDA-PARî dibe bela bibe ferq nake. Ê ku wan ji hev cuda dike hest e, helwest e, sekin û paraztina mafê milletê Kurd e.  

Bi kurt û Kurmancî; ronahî li pey tarî ye. Heta meriv gepa tehl nexwe, nikare gepa şîrîn bixwe. Divê kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar, dezgeh û partîyên siyasî li hev rûnên, rewşa ku îro Kurd tê de ne ji serî de binirxînin û bersiva sedema têkçûna xwe bidin. Vê hilbijartinê carek din eşkere kir ku heta wek Kurd em ne terefek bin, wê herkes li ser hesabê me hespê xwe bibezîne.

Bi vê minasebetê, ji ber hest û helwesta wî, ji ber Kurd û Kurdperwerîya wî, di kesayetîya namzedê CHP ê Amedê Sezgîn Tanrikulu de ez serketina hemû namzedên Kurd pîroz dikim.

Back to top button