Polîtîk

Heşda Şeibî û PKKê mil dan hev

Li Şingalê û derdora wê PKK û Heşda Şeibî li ser rêvebirina navçeyê û dabeşkirina postên îdarî û deryên sînorî di navbera Şingal û Sûryê û li devera Xanesorê lihev kirin, li piraniya navçeyan jî alên Heşda Şeibî û PKKê pêkve hatin bilindkirin.Li gorî zanyariyên rojnameya Bas, herdu aliyan bê razîbûna xelkê, ew navçe dabeş kirine.Rêvebirê nahiya Sinûnê Nayif Seydo ji rojnameya (Bas) re ragihand: “Di çarçoveya rêketina PKK û Heşda Şeibî de, sê kes ku berî niha di nav rêzên PKK de bûn, li devera Şingal û Sinûnê postên îdarî bi wan hatine dayin. Xwedêda Cukî, ku kurdêkî êzdî ye û berê di nav rêzên PKKê de bû, ji aliyê Heşda Şeibî ve wek rêvebirê Nahiya Sinûnê hatiye destnîşankirin.”Nayif Seydo got: “Şukrî Milhim Ilyas, ku berê PKK bû, pişt hatina milîsên Heşda Şeibî ji bo navçeyê, ew kirin rêvebirê nahiya Gir Ezîz. Hevdem Fehed Hamid ku ew jî PKK bû, bi biryara milîsên Heşdê postê qayimqamê Şingalê wergirtiye.”Li ser vê yekê fermandeyê hêzên Pêşmergên Kurdistanê li Şingal Qasim Şeşo, ji Basê re got: “Niha li nav Şingalê hemû kar bi hevbeşî di navbera PKK û milîsên Heşdê tên birêvebirin. Ev yek metirsiyê li ser pêşeroja navçeyê û çarenivîsa rûniştvanên wê deverê çêdike.”Endamê encûmena Şingalê Xelef Qasim ji heman rojnameyê re got: “Cihê têbîniyê ye, piştî ku Heşda Şeibî û PKKê li Şingalê lihev kirin, heman erebên ku di sala 2014an de, destê wan karesata Şingalê de hebû, li wê deverê hatine akincîkirin, ev yek jî derfetê dide wan kesan ku bi hatina milîsên Heşdê, careke din karestana li Şingalê bikin.”Her li ser vê pirsê, fermandeyê Hêzên Parastina Êzîdxanê li Şingalê Heyder Şeşo got: “Reftarên milîsên Heşda Şeibî tevahiya xelkê Şingal û navçeyê dilgiran kirine. Niha ew bizavan dikin hemû karûbarên navçeyê têxin bin desthelat û kontrola xwe de, lê em bi ti awayî rê nadin wan.
Back to top button